Li Kurdistanê 8´ê Adarê êdî ne tenê rojeke bûye her roj. Dibêjim Kurdistanê ji ber ku êdî qesta min tenê parçeyek an deverek nîne, qesta min her dera Kurdistanê ye. Dibe ku hin bipirsin te çawa tespît kir? Yên hafîzeya wan xurt be bersivdayîna vê pirsê ne pir zehmet e. Îsal li gorî dîmenên li çapemenîya Kurdistanî da belav bûn zêdetirî yek milyon jin li meydanan bûn û li hemû beşên Kurdistanê û derveyî welat, mesele tenê hejmar jî nîne lê slogan, daxwazî û tabloya jinan nîşan da asta tevgera azadîya jinên Kurd nîşan dide. Çima her roj bûye 8'ê Adarê? Aliyeke wê ya din jî heye ku tenê rojaneyî nîne û gavên stratejîk in. Di nava salekê de li Rojavayê Kurdistanê jinan 3 akademîyên Ramanê yên jinan vekirin. Ev akademî ne tenê ji bo jinên Kurd ji bo jinên gelên din jî gaveke sererastikirna dîroka nûxumandî ye û nivîsîna dîroka nehatiye nivîsîn. Heya niha tenê 500 jin di alî îdolojî û siyasî da pispor bûne û girêdayî vê xebatê 19 navendên jinan li Rojava û Sûriyê hatine vekirin.

Jin ne tenê di warê zihnî de lê di qada aborî jî de aktîv bûn û 7 kargeh û cihên kar ji bo jinan vekirin. Di sazîyên taybet ên aboriyê  de cih girtin. Dîsa 5 tabûrên serbazî di bin banê YPJ da hatin avakirin û ji bo pewerdekirina şervanên nû akademîya serbazî hat damezirandin. Însîyatifa jinên Sûrî bi pêşengiya jinên Kurd hat damezirandin. Zarok, jinên ciwan û malbetên şehîdan êdî bi rêxistin in û xwe bi xwe perwerde dikin û birêve dibin, pêdiviyên xwe tespît dikin û pêk tînin û bi dehan saziyên din ên jinan hatine vekirin. Ji bo cara yekemîn jinek dibe serokwezîr di dîroka Kurdistanê da û di desteyên rêvebirîya kantonên rojava de bi dehan jin û di nava partî û sazîyên din da hevserokayetî pêkanîn. Li Bakûrê Kurdistanê ji bo cara yekemîn di şaredariyan de pergala hevserokayetiyê dikeve meriyetê û ev êdî Tirkiye xistiye ser riyeke jênager û rengê siyastê li vî welatî guhartiye. Van pêşketinan parçeyên din ên Kurdistanê jî xistine nava liv û tevgerê.
Cara pêşî şandeyek ji Jinên YNK bi awayekî ji çapemeniyê re vekirî û çû serdana Qendîlê û bi heyeta KJB'ê re hatin cem hev bi armanca ku  pêdiviya têkoşîna hevpar nîqaş bikin.
Îsal ji her salê zêdetir çalakîyên 8´ê Adarê bi tevlîbûna jinên hemû beşên Kurdistanê hatin lidarxistin. Çûna şandeyeke jinên Başûrê Kurdistanê ji bo pîrozbahiyên 8´ê Adarê li Bakûrê Kurdistanê gaveke girîng e. Berî 8´ê Adarê jî jin her roj li qadan bûn, projeya xwe ji bo hilbijartin, bi çalakiyên ji bo eşkere kirina çarenûsa windahiyan, daxwaziya serbestberdana zindaniyan, nerazîbû hemberî êrişên dewlet û komêm provakator û sedan mînakên din hene mirov dikare li ser sekna tije enerjî ya jinên Kurd bî tirsa ji van pêşketinan dewleta Îranê xistiye nava fikaran û roj nîne bi zanabûn jinek neyê kuştin. Kuştina Şeyda Hatemî li zanîngeha Urmiye, kuştina Seher Çiwênî li zanîngeha Hemedan û kuştina Kuruş Sofiye li zanîngeha Tehranê û kuştina Ewîn Osman li bajarê Bane çend mînakên berbiçav in. Tevî vê zextê jî çalakîyên bajarên Merîvan û Sine yên Rojhilatê Kurdistanê di 8´ê Adarê û çalakiyên demên dawî da îşareta hêvîyên nû ne ji bo jîndarkirina rola jinan di guhartin û veguhartinê da. Peyama jina Tunusî li qada pîrozbahiya Amedê dema got" ez ji vê tabloyê matmayî mam" nîşan dide ku welatwkî ku pêla serhildanên "Bihara Erebî" lê destpêkir li Tunûsê serhildana wan û rola jinan ne di asta Kurdistanê de ye. Ev nîşaneyeke balkêş a zîndîbûna jinên Kurde û ev encama têkoşîn û bedeleke ku her roj kiriye 8´ê Adarê. Jina Tûnusî dixwest bêjê "tiştên me nekirin ez li vir dibînim". Lê divê em ji bîr nekin ku talûkeya herî mezin li ser van pêşketinan bikaranîna çewt a rola Ol û hestîyariyên li dora vê mijarê ye.
Bûyerên li Bakûrê Kurdistanê tên dîtin rêxstinên bin navê îslamê da ketine nava liv û tevgerê û êrîşî civakê dikin astengiya pêşiya pêvajoya hem çareseriyê û hewldana xetimandinê ye.
Tiştên li qadên pîrozbahiya 8´ê Adarê hatin dîtîn di nava civakê de têra sed şoreşan dikin. Tenê pêwîste ev potansiyel sazîbûneke mîna sazîbûna jinan a li Rojavayê Kurdistanê pêk bîne.  
Pêdîviya her roj li Başûrê Kurdistanê bibe 8´ê Adarê li her beşekî Kurdistanê zêdetire. Li Başûrê welêt rewş pir cudatire, yên ku jin niha  dikin têrî guhartinê nakin ji ber ku her tişt bi paradîgmeya dewlet û deslatdarî ve tê şirove kirin û motîve kirin. Di warê Ramanê de valatî heye û pir eşkereye ku sermayeya navnetewî vê valatiyê bi rêya hikûmeta herêmê û partîyên desthilatdar û li aliyeke din bi tevgerên Olî dadigirin û Başûr di alî civakî de rewşa herî Kaos dijî. Kuştina 3 jinan di yek rojê de nîşana herî berbiçav a vê kaosê ye. Başûrê Kurdistanê hewceye wê bi liv û tevgereke bilez a alternatîfa Ramana nû heye. Hawcehiya wê bi paradîgmeya nû a jinê heye. Ew jî erka yekemîn a tevgera Azadiya jinên Kurd e. Pêwîste li Başûrê Kurdistanê her roj bibe 8'ê Adarê.