MEDYA UREN / JINNEWS/AMED
Beyan Behramî koçbera li ser axa xwe ye. Li gel çîroka xwe ya koçberiyê bi berhemên xwe jî balê dikişîne ser xwe. Beyan, li Amedê bi navê “Maskeyên ku diaxivin” pêşangehek vekir û bi berhemên xwe balê dibe ser hest, hêvî, êş û serketinên jinan.
Beyan Behramî dayika 2 zarokan e û xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye. Beyan li zanîngeha Tahranê beşa sêwirandin û modelîstiyê xwendiye. Dema ku li Silêmaniyê dijî, beşa turizmê diqedîne. Dema li Silêmaniyê dimîne hînê çêkirina maskeyan jî dibe. Ji ber pirsgirêkên aborî berê xwe dide Stenbolê û pişre jî tê Amedê. Beyan bi boneya bi navê “Maskeyên diaxivin” ya ku hestên jinan temsîl dike li Galeriyayê li Yenîşehira Amedê pêşangehek vekir. Pêşangeha wê dê heta 24’ê Adarê vekirî be.
‘Ala serhildanê ya azadiya jinê’
Beyan, bi koçberiyê bêtir bi nasnameya xwe ya jinbûyînê dihese. Ew dibêje, “Jin xwedî sembola serhildanê ye, jin xwedî nirxekî cuda ye. Li ku jin were bişaftin û perçiqandin ew cîh bivê nevê wê hilweşe. Di dîrokê jin ji bo xwedî derketina li keda xwe serî rakirin. Îro jî divê heman tişt bibe, jin ji bo azadiya xwe serî rakin.”
Beyan, destnîşan dike ku bi hunerê xwe, xwe tîne ziman û dibêje, “Ji roja ku ez mezinbûm û bi newekheviya zayendî hisiyam, min nertazîbûn nîşan da. Min xwest ez bibim zimanê hestên jinan. Huner rêya herî xweşik ya vegotinê bû ji bo min. Jin û huner bi hev ve girêdayî ne. Min xwest ez tiştekî wisa bikim ku ez jinê bînim ziman. Min kartonên hêkan şil kir û helandin, û min şikl da hunerê xwe. Her şiklê ku ez çêdikim, çîrokeke wê heye. Lewra her jin di bingehê xwe de aştîxwaz e. Min sembola dayikên aştiyê, newroz, rengê jinê û serhildanê bi berhemên xwe derxistin holê.”