CÎHAD HEWRAMÎ / HELEBCE


Helebce ku berê navçe bû, bû parêzgeh lê qedera wê neguherî. Pirtûkxaneya Giştî ya parêzgehê ku yekane pirtûkxaneya giştî ye, hê ji ber bêcihî di avahiyeke xêrxwaziyê de ye. Rêveberên pirtûkxaneyê dibêjin, ji ber ku cîh nîne ew nikarin 8 hezar pirtûkan li nav pirtûkxanê bi cîh bikin.

Li Helebce tenê Pirtûkxaneya Giştî heye û ev jî di avahiyeke xêrxwaziyê de ye. Her wiha ji dema Helebce bûye parêzgeh heya niha, ti hewldanek ji bo çêkirina avahiyeke taybet ji bo Pirtûkxaneya Giştî nehatiye kirin. Rêveberê Pirtûkxaneya Giştî ya Helebce Omer Mihemed jî got; “Ji ber biçûkbûna bînayê, me zêdetirê 8 hezar pirtûk li erdê danîne.” 

Di 2003’ê de ji aliyê malbata Hacî Mihemed Bamûkî ji bo Pirtûkxaneya Helebce avahiyek biçûk hat çêkirin. Heya niha ev bîna çend caran hatiye restorekirin. Belê heya niha jî hikûmeta Herêma Kurdistanê nekariye avahiyeke baş û nû ji bo pirtûkxaneyê çêke û ev jî ji bo xwandevan, xwendekar û rewşenbîrên bajar pirsgirêkan çêdike.

Bû parêzgeh lê avahî her wekî xwe ma!

Têkildarî mijarê Rêveberê Giştî yê Pirtûkxaneya Giştî ya Helebce Omer Mihemed wiha axivî; “Piştî ku Helebce bû parêzgeh, zêdetirê rêveberiyên wê careke din vegerîn. Ez jî di 13’ê Îlona 2015’ê de bûm rêveberê giştî yê pirtûkxaneyê. Heya niha jî pirtûkxaneya me di avahiyeke kevin a xêrxwaziyê de ye. Di dema Helebce hîna qeza de, di warê şêniya xwe de gelek mezin nebû û di warê coxrafî de jî hîn ev çend mezin nebûbû, ev bîna jê re hatiye çêkirin. Niha pêwîstiya pirtûkxaneyê bi bînayeke nû û mezin heye.”

Hincet hazir e: Krîza darayî

Her wiha Omer Mihemed diyar kir ku wan çend caran daxwazên xwe pêşkêşî hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar kiriye ji bo çêkirina bînayeke taybet. Lê her carê jî bi hinceta krîza darayî daxwazên wan hatine bipaşxistin.