Her tişt ji derve tê
BERHEM LETÎF
ROJNEWS/SILÊMANÎ
Pisporên aboriyê yên Başûrê Kurdistanê dibêjin, ji malên bazarê tenê ji sedî 5 li Başûr çêdibe yên din jî piranî ji Îran û Tirkiyeyê tê loma jî wê dorpêça li ser Îranê wê di mehên pêş de bandoreke neyînî li bazarên Başûrê Kurdistanê jî bike.
Zext û pêkanînên aborî yên Emerîka li ser Îranê dewam dikin. Ev dorpêça aborî ya li ser Îranê bandorê li bazarên herêm û welatên cîran jî dike. Yek ji van herêmên ku di derdora sedî 30-40 berhem ji Îranê tîne jî Herêma Kurdistanê ye.
Li gorî rêjeya ku aborînas û berpirsên Hinardekirin û Hawirdekirina Herêmê dane, ji sedî 30-40 malê Îranî ji bo herêmê tê. Lê ev rêje li parêzgeha Silêmanî û her wiha Helebceyê digihije sedî 60’î. Her wiha aborînasên herêmê eşkerekirin ku li herêmê ji ber hilberîn kême, tenê sedî 5 malê herêmî heye. Li gorî rêjeya ku berê me ji wezaret û dezgehên peywendîdar girtibû Herêma Kurdistanê herî zêde malê Tirkiye û Îran dikire. Eger rêjeya malê herêmî sedî 5 be, wê demê sedî 95’ê bazara Herêma Kurdistanê girêdayî derve ye.
Aborînas û pispor diyar dikin ku ji ber Emerîka destûr daye Iraq heya demekî bazirganiya li gel Îranê dewam bike, di demek nêzîk de wê bandora dorpêça aborî ya li ser Îranê li herêmê neke. Lê ji bo bandorên demdirêj aborînas hişyarî didin û bal dikişin ser geşepêdana aboriya herêmî.
Nebûna hilberîna herêmî
Mamostayê beşa Aborî li Zanîngeha Polîteknîk a Silêmanî Xoşî Osman, diyar dike ku rêjeyeke zêde malê Îranê li bazarên herêma Kurdistanê tên firotin ji ber wê jî wê dorpêça li ser Îranê bandorê li herêmê jî bike.
Li ser nebûna hilberîna herêmî jî Xoşî Osman wiha diaxive: “Di warê rêvebirina aboriya herêmê de jî çend şaşitî hene. Herêma Kurdistanê bixwe xwedî çavkaniyeke xurt a aboriyê ye. Lê nikare sûd ji van çavkaniyan bigire û tenê dahata xwe ji neftê digire. Lê di vê ji neftê jî zêdetir girîngî bi çandiyê hatiba dayîn û dahata xwe ji wir girtiba. Li gel çandinî û neftê, pêwîste girîngî bi geştiyariyê jî were dayîn.”
Me pişta xwe bi Îranê germ kiriye
Xoşî Osman rexne li herêmê dike, ji ber planên pêşwext ji bo rewşên neyînî pêşnaxe û wiha dipeyive: “Diviyabû planên herêmê ji bo rewşeke wiha hestyar heba. Ji bo berhemên çandiniyê û hinek tiştên din yên weke vê me pişta xwe bi Îranê germ kiriye. Eger Îran hinardekirina van berheman rawestîne, divê tedbîrên pêwîst ji bo wê werin pêşxistin.”
Planeke demdirêj divê
Berdevkê Yekîtiya berhemên herêmî ya Herêma Kurdistanê Yasîn Mehmûd jî dibêje dorpêça li ser Îranê wê di dema pêş de bandor li herêmê bike û wiha diaxive:"Ji ber berhemên herêmî yên Herêma Kurdistanê zehf kêm e û nikare bixwe pêwîstiyên xwe pêk bîne. Tiştên ku ji Tirkiye jî ji bo herêmê tên gelek bûhaye.
Herçend Emerîka destûr daye herêm û Iraq heya 6 mehên din bazirganî li gel Îranê bikin jî, lê dîsa jî ev bazirganî dibin çavdêriya Emerîka de tê kirin. Herêm jî neçar e ku li gorî vêya tevbigere. Ji ber vê divê Herêma Kurdistanê di demek zû de planeke demdirêj ji bo xwe deyne, ji bo zêde ji van dorpêçan bandor nebe."