
Nivîskar ango girtiyê bi navê Mahîr Bagok piştî xewneke xwe, li girtigehê dest bi nivîsandinê dike û heta niha 4 pirtûkên wî hatine weşandin. Gelek berhemên Bagok ên nehatine weşandin jî hene. Bagok destnîşan dike ku wî bi xewneke hevalê xwe yê cangorî, dest bi nivîsandinê kiriye û got, nivîsandin wek behrekê ye û aramiyê dide wî.
Mahîr Bagok ev demeke dirêj e ku ji bo helbest çîrok û ramanên Kurdî kedeke mezin dide. Nivîskariya Bagok bi dîtina xewneke hevalê xwe endamê HPG’ê Bahatîn Yilmaz ( Şiyar Mêrdîn) ku di xewnê de jê re dibêje “Tu çima li ser me nanivîsînî?” dest bi nivîsînê dike. Bagok piştî vê xewnê dêhna xwe dide nivîsandinê û pêşî bi helbestan dest pê dike. Heta niha 4 pirtûk ango berhemên wî hatine weşandin. Pirtûkên Bagok ên hatine weşandin bi rêzê; “Pênc kûlîlkên zivistanê (kurteçîrok)”, “Dewsa ramûsanên brûskan (kurteçîrok)” û “ Deriyê Sibehê (helbest)”, roman a bi navê “Henesa jiyanê” jî dewema “Siya nepenê (roman) “ ye û ji bo çapkirinê tê amadekirin. Heta niha 3 pirtûkên Bagok ji weşanxaneya Lîsê û yek jî ji weşenxaneya Na´yê hatiye weşandin û gelek berhemên wî yên neçapkiri yên amade jî di destê wî de hene.
Xewnek bû sedema nivîsandinê
Bagok diyar kir ku ew li Êlihê, sala 2005’an tê girtin û got, li girtigehên wek Êlih, Midyad, Tokat maye û ev bû salak û nîv jî hatiye girtigeha Mêrdinê. Bagok anî ziman ku piştî hevrêyê wî Bahatin Yilmaz tê xewna wî şûn ve, ew bala xwe dide nivîsê û bi nivîsandina helbestan serpêhatiya wî ya nivîskariyê destpê dike. Bagok destnişan kir ku ew di hemû beşên wêjeya Kurdî de nivîsandinê didomîne û got: “Hevrêyê min Şiyar Mêrdîn dema hate xewna min û gotina wî bandoreke mezin li ser min kir. Min di pirtûka xwe ya bi navê “ Kefiyên cihêreng” de cih daye jiyana hevalê me Şiyar.”
Potensiyela xwendina Kurdî heye
Bagok bal kişand ser nivîsandina pirtûka û nivîs çawa li ser mirovekê bandorê dike û weha axivi: “Nivîsandin weke behreke kûr e, mirov çiqasî dinivîsîne, henaseya jiyana mirova fireh dibe. Firazê nivîsandina mirov, rewîştê wî/wê raber dike. Di nav qonaxa bûnewariya jîna mirovan de şopeke nemir e.”
Bagok li ser rewşa zimanê Kurdî jî rawestiya û got, her çiqasî zimanê kurdî ne fermî be jî lê xwedî derketina li zimanê Kurdî zêde ye. Bagok weha peyivî: “Li gel hemû astengî û êrîşên li dijî zimanê Kurdî, dîsa jî potansiyela xwendina Kurdî heye. Pêwîst e mereqa li hemberî pirtûkên Kurdî hîn bêhtir be. Nivîsandin pira di navbera çand, hest û raman de ye.”
Bagok herî dawî bal kişand ser şerê li Kurdistanê tê meşandin û got, dema şer û tevkujî çêdibin li pêşiya hestên nivîsandinê dibe asteng ji ber vê yekê jî zimanê wêjeya Kurdan zimanakî berxwedêr û vejînê di nav helbestan û çîrokan de dihewîne.
Mahir Bagok kî ye ?
Sala 1981’ê li navçeya Mêrdînê Nîsêbînê hatiye dinê. Bi eslê xwe ji gundê Bilexşê yê navçeya Kercosê ye ango ji herema Torê ye. Heta liseyê xwendiye û ew bû 11 sal di girtgehê de ye. Niha li Girtigeha Mêrdînê ye. Gelek nivîsên wî di rojanmeyên Azadiya Welat û Yeni Ozgûr Politika û di kovara W´yê de hatine weşandin.
BÎLAL GULDEM/DÎHA/MÊRDÎN