
Di 6 saliya xwe de bi darê şewitî li ser dîwaran resm xêz kir û di ciwantiya xwe de ev qebiliyata xwe her bi pêş ve bir û niha amadekariya pêşangeheke li ser Sînemaya Amûdê dike.
Samir Kaloyê 27 salî ji taxa Hilêliyê ya Qamişlo ye, dibistana xwe ya seretayî û navîn li dibistanên taxê xwendin. Ji ber rewşa malbatê ya aborî dev ji xwendinê berda. Gava 6 salî bû dest bi xêzkirinê kir û heta niha jî dewam dike. Samir dibêje, di wî temenî de bi fehmê (darê şewitî, komir) li ser dîwaran resmên cuda cuda xêz dikirin.
Şerê wî û diya wî
Piştî dev ji dibistanê berdide, dest bi kar kir û alîkariya malbata xwe kir. Hingê jî xebatên xwe yên resmê domandin û dema xwe ya vala li ser tabloyan resm çêkirin.
Samir dema zaroktiya xwe tîne bîra xwe dibişire û dibêje, diya min gef li min dixwarin û digot, yan dev ji xêzkirinê berde yan ez ê tabloyên te bişewitînim.
Samir wê demê dest bi girî dike û tika ji diya xwe dike û demekê bi ya diya xwe dike. Piştre li dibistanê, gelek caran dikeve pêşbirkan û her tim bi berhemên xwe dibe yekemîn.
Li Şamê jî tevlî pêşbirkan dibe
Samir, ji ber rewşa aborî ya malbatê, ji Qamişloyê derdikeve û berê xwe dide paytexta Sûriyê Şamê û li wir di otêlekê de aşpêjiyê dike. Di dema otolê de dixebite jî tevlî pêşbirkê dibe û li wir bawernameya şef-aşpêj bi dest dixe. Bi vê yekê di otêla 5 stêrk a li paytext Şamê kar dike, di heman demê de derfet jê re çê dibe ku bikeve peymangeha otêlan a Bilûdan a Şamê û li wir xwedina xwe didomîne.
Di salên 2008-2009’an de û bi alîkariya hevalên xwe yên peymangehê Samir Kalo beşdarî pêşbirka resm dibe ku ji bo piştgiriya berxwedana gelê Xezayê hatiye lidarxistin. Di wê pêşbirkê de dibe yê 4’emîn li ser asta Sûriyê.
Piştre dest bi xwendina zaningehê dike
Piştî pêşbirkê Wezareta Perwedeyê ya Sûriyê derfetê dide Samir ku derbasî Zanîngehê bibe û Hunera Bedew li wir bixwîne. Piştî 2 salan dixwîne, Samir careke din vedigere Qamişlo û diçe leşkeriya rêjîmê. Li wir jî karê xwe yê resmê domand û bi derfetên xwe yên heyî, taboloyên xweşik xêz kirin.
Berê xwe dide Başûrê Kurdistanê
Sala 2012’an, leşkeriya xwe diqedîne, careke din vedigere jiyana xwe ya sîvîl, lê vê carê dest ji resmê berdide. Ji ber derfetên malbatê yên aborî dîsa koçber dibe. Vê carê Samir, berê xwe dide Başûrê Kurdistanê û li wir di restorantekê de kar dike. Samir dibêje, ji ber hezkirina wî ya Qamişlo û hunerê, ew nikare gelekî li Başûr bimîne û piştî mehekê careke din vedigere bajarê xwe û resmxêzkirinê li wir didomîne.
Heta niha 8 dewreyên perwedeyê vekirine
Piştî vegerê êdî Şoreşa Rojava xêz dike û bi alîkariya Tevgera Ciwanên Rojava pêşangehekê vedike. Pêşengeha sêyemîn a Samir li ser Sînema Amûdê û ya 4’an jî li ser berxwedana jinan û vîna wê ya azad di berxwedana Kobanê û Rojava de ye.
Roj bi roj Samir di nava gel de tê naskirin û bi resmên xwe bandorê li gelek ciwanan dike. Resmên Samir bala gelek welatiyan dikşand. Samir ne tenê bi resmên xwe, lê belê dest bi vekirina dewreyên perwedeyê yên xêzkirina resman kir ji bo kesên dixwestin fêrî resmê bibin. Heta niha 8 dewreyên perwedeyê vekirine. Samir ji şagirtên xwe re jî pêşangehan vedike û tabloyên wan pêşan dide. Bi sedan welatî beşdarî pêşangehê dibin.
ŞÎNDA EKREM/ANHA/QAMIŞLO