Piştî piyekî pirê hilweşiya welatî û ajokar xistin nava tirsê. Gundiyan bang li rayedaran kir û xwest di demek nêzîk de lêkolînê bike. Li gundê ku di 22'e nisanê de lehî rabû 7 gov û 2 mal hilweşiyan. Welatiyan, da zanîn ku ger ava çemê Geliyê Zapê neyê restorekirin dê felaketek mezin bi xwe re bîne.
Pira ku di sala 1997'an de hate avakirin niha bi hilweşînê re rû bi rû ye. Welatî dixazin rayedar bi lezgîn pirê restore bikin. Welatiyê bi navê Muhsin Yalçın, anî ziman ku wan ter barê talûkeya pirê de bi dehan caran rayedar hişyar kirin lê heta niha rayedaran tu gav nehatiye avêtin. Li vî gundî hezar û 775 kes dijîn. Her tim welatiyê di ser pirê re derbas dibin talûkuyên mezin dijîn. Gundiyan anîn ziman ku rayedaran lehweya "Baldar bin talûke ye" li ser daniye û gundên Şerwan, Şawîte, Sekran, Metolanis, Axespî, Helisk, Kawli, Dêrik, Makanis û gundê Welîsk gund û welatiyê wan vê rêyê bikar tînin nêzi hezar û 200 kes her doj di ser vê pirê re diçin û tên û talûkeyê li dora xwe belavdike. Keyayê gundê Metolanîsê Abdullah Salim, anî ziman ku rayedar li hemberî vê talûkeyê pir sersar nêzîk dibin û di serdema xwe de jî gelek caran serî li rayedaran da, lê heta niha tu gav nehatiye avêtin.


DÎHA/COLEMÊRG