Hevserokê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Firatê Şahîn Elî diyar kir ku ji bo hilbijartinên hevserokên komînan ên di 22`ê Îlonê de mehê, 840 navend wê ji bo pêşwazîkirina xelkê bên vekirin.
Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Firatê, pêr jî navên 3 hezar û 60 namzetên ji bo hevserokên komînan qebûl kirî, eşkere kirin.
Di çarçoveya amadekariya hilbijartinên hevserokên komînan de, Hevserokê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan, Şahîn Elî destnîşan kir ku ji bo pêşwazîkirina hilbijêran 840 navend wê li Herêma Firatê werin vekirin.
Şahîn anî ziman ku li her gundekî ku dibistan lê heye, dibistan wê bibe navenda bikaranîna deng û gundên ku dibistan di wan de tine ye, ew ê malekê weke navend bi kar bînin.
Şahîn her wiha da zanîn ku li bajarê Kobanê jî wan 12 dibistan kirine navendên hilbijartinan, her wiha Dadgeha Gel û navenda gumrikê jî dê weke navend werin amadekirin.
KOBANÊ