Şêniyên Babê ku ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker koçberî Kantona Efrînê bûne, bang li Hêzên Sûriyeya Demokratîk kirin ku herêma wan rizgar bikin. Şêniyên Babê ji ber şerê ku di navbera artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji aliyekî ve û çeteyên DAIŞ′ê li aliyê din, neçar dibin ku warên xwe terk bikin û berê xwe bidin Kantona Efrînê. Di encama vî şerî de, bi sedan sivîl bûne qurbanî.

Şêniyên Babê yên ku li Kantona Efrînê bi cih bûn, ji bo ewlehiya canê xwe nexwestin navên xwe diyar bikin, behsa kiryarên çeteyên DAIŞ′ê û dewleta Tirk kirin.

M.S behsa şerê di navbera artêşa Tirk û çeteyên DAIŞ′ê de kir û got, ″Şerê ku niha li Babê diqewime şanoyeke dualî ye. Armanca vî şerî ew e ku herêm ji şêniyên wê were valakirin.″

R.N jiyana di bin desthilatiya komên çete de wekî dojehê bi nav kir û got, ″Çeteyan gelê herêmê di komkujiyan re derbas dikir û şerê derûnî li hember gel dimeşand.″

R.N da zanîn ku ji ber êrîşên dewleta Tirk ku qaşo çeteyên DAIŞ′ê dike hedef, gelek malbat bûn qurbanî.

Ş.M jî anî ziman ku komên çete destûr û zagonên derveyî exlaq û mirovahiyê li ser sivîlan ferz dikirin, her wiha, çeteyan malên welatiyan wêran û kavil dikir.

Ş.M bang li hemû Saziyên Mafên Mirovan kir ku kiryarên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ′ê li Babê rawestînin. Her wiha bang li Hêzên Sûriyeya Demokratîk kir ku herêma wan rizgar bikin.


FÎDAN EBDULLAH / CEFER CEFO / ANHA / EFRÎN