Ji ber Zozanê Meskanê hat qedexekirin welatî êdî li gel talûkeya Çemê Zapê her roj di ser çem re derbas dibin û bi talûkeyên mezin re rû bi rû dimînin. Li herêma gundê Dizê û Zapê avakirina qereqolan berdewam dike. Ji be ku liv û tevgera hewayi heye û dem dem li herêmê top tên avêtin, dîsa ji ber ku zozan û çiya li welatiyan tê qedexekirin êdî welatiyên ku li herêmê debara xwe dikin û koçeriyê dikin, zor û zahmetyên mezin dijîn. Bêrivanên ciwan ku şîr ji pez û bizinan didoşin û jinên ku pinçar kom dikin li gel zahmetiyên mezin di ser pira darînî re dimeşin.
COLEMÊRG