Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di çalakiyên wan ên li dijî hêzên dagirker li navçeya Şera ya Efrînê û herêma Ezazê 5 çete hatine kuştin û erebeyeke wan hatiye rûxandin.

HRE´ê li ser çalakiyên xwe yên di 4’ê Gulanê de li dijî hêzên dagirker daxuyaniyek da raya giştî. Di daxuyaniyê de HRE´yê ev agahiyên li jêr parve kirin:

“Di 4’ê Gulanê de, di êrişa artêşa dagirker û çeteyên wê yên li dijî gundên herêma Şera de, li ser bersivdana hêzên me şerê giran rûdabû û di encamê de êriş hatibûn şikandin. Derheqê hinek çalakiyan de ku hatibûn li dar xistin, em agahiyên berfireh bi raya giştî re parve dikin.

Di 4’ê Gulanê de, hêzên me çalakiyek li hember erebeyeke eskerî ku tê de du çete hebûn li gundê Kefer Xaşir ê girêdayî herema Ezazê li dar xist, di encamê de du çete hatin kuştin û erebeya wan hate rûxandin, her du çete bi armanca destekdayîna çeteyên êrişkar ên li herema Şera berê xwe didan gundê Merenazê.

Di 4’ê Gulanê de, hêzên me sê çalakiyên sûîqestê li hemberî çeteyên El-Cebha El-Şamiyê li dar xist, du çalakî ji wan li derdora gundê El Malikiyê û ya sisiyan li derdora gundê Merenazê pêk hat, di encamê de sê çete hatin kuştin.”

 

ANHA / EFRÎN