Hate zanîn ku di lehî û şapeya Îndonezyayê de hejmara kesên mirî bûye 60. Helîkoptêran doh xwarin gihand kesên ji bobelatê sax filitîne.
Ji ber şapeya li herêma Cakartayê ya ku derdora paytexta Endonezyayê ye, hê jî bi deh hezaran mirov venegeriyane cih û warên xwe. Li Cakartayê ji 2013'an ve ev cara pêşî ye şapeyeke wiha mezin çêdibe. Li vê deverê qederê 30 milyon mirovî dimînin.
Li gorî texmînan van rojên li pêşiya me, dibe ku şiliyeke zêdetir vê devera Îndonezyayê bide ber xwe. Ji ber vê 170 hezar kes ji bo demekê li stargehan hatine bicihkirin.
Ji ber barana zêde ya beriya sersalê bi rojekê, li gelek cihan erd jî heziya. Ji ber şapeyê û heziyana erdê 60 kes mirin û tê gotin hê jî 2 kes winda ne.
CAKARTA