Berî şoreşê Rojava nifûsa kantonê nêzî derdorên 700 hezar e, lê ji ber koçberiyên salên dawî nifûsa kantonê gihîştiye milyonek û 200 hezarî. Rêveberiya Kantonê hemû hewcehiyên dermanan ên nifusa nû û hem jî yên derdora Helebê pêk tînin û di qada tenduristiyê de bi pirsgirêkên gelek cidî re rû bi rû ne.

'Derman kêm maye´

Wezîrê Tenduristiyê yê Kantona Efrînê Xelîl Şêx Hesen diyar kir ku li tevahiya Sûriyeyê şer heye û Efrîn ji vî şerî bi bandor bû zirarên gelek mezin dîtin. Hesen anî ziman ku bi taybetî di qada tenduristiyê de pirsgirêkên cidî hene û bi zêdebûna nifûsê ev rewş hêj bêtir zorbûye. Hesen da zanîn ku li Efrînê ne nexweşxaneyeke taybet û ne jî nexweşxaneyek ayîdî dewletê tuneye û tenê nexweşxaneyên bi derfetên xwe pêk anîn hene. Hesen bilêv kir ku di serî de pirsgirêkên wan derman hene û wiha axivî: "Di stoktên me de êdî derman xilas dibin. Hemû derdorên kantonê girtîne û ji ber vê yekê em nikarin dermanan bikirin."

'Derman buha tê´

Hesen destnîşan kir ku aliyê Tirkiyeyê derî ji wan re girtiye û ji bo vê rewşê derbas bikin çareseriyên alternatîf pêş dixin. Hesen diyar kir ku di demên dawî de li Helebê li cihên di destê Artêşa azad a Sûriyeyê de li hinek cihan derman temîn kirin lê ew derman bi jehr bûn û di testên tenduristiyê re derbas nebûn û ji ber vê yekê biryara komkirinê dan. Hesen anî ziman ku dermanên dikirin gelek buhane û hin caran bi riyên navberê de derman ji Bakur jî tên û ew jî gelek buha ne.

Derziyên zarokan pêwîst e

Hesen da zanîn ku bi taybet ji bo zarokan derzî bikin derziyan peyda nakirin û ji ber vê yekê nexweşiyên têger dest pê kirin. Hesen bilêv kir ku weke rêveberiya kantonê ji bo balê bikşînin ser vê yekê li Tirkiyeyê jî daxuyanî dan û hewcehî bi dermanên nexweşiyên kronîk, derziyên zarokan, tuberkuloz, penceşêr û diyabetê hene. Hesen got: "Heke nexweşiyên têger belav bibin em nikarin pêşiya wê bigirin. Rejîma Sûriyeyê ji ber rê bi ewle nîn in dermanan ji me re naşîne. Em di vê mijarê de bang li rêxistinên tenduristiyê yên navneteweyî dikin."

DIHA/EFRÎN