"Ji ber hefteya xwendina pirtûkan mirov ji bo bernameyan tên. Ji standa me re malbatên Kurd ên li Îzmîrê dijîn û xwnedekarên Kurd ziyaret dikin." Gulmez, diyar kir ku herî zêde pirtûka "Dortlerîn Gecesî" difiroşin û herî zêde pirsa pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin û wiha axivî: "Hinek bi tirs hinek jî bi rihetî pirs dikin. Deme em dibjin tuneye li hemberî me berteka 'Gel hûn ji ber bêbaweriyê nadin' nîşan didin."

'Em wî û ramana wî meraq dikin'

Gulmez, da zanîn ku heke li Tirkiyeyê rihetiyekê bixwazin divê di serî de qedexeya li ser pirtûkan bê rakirin û wiha pê de çû: "Kesên dewlet pê re hevdîtinan dike qedexeya pirtûkên wî gelek sosret e. Kesê pirtûkên wî herî zêde tên firotin mirov dixwazin bigihijin agahiyên wî. Kesên wekî wî nefikirin tên pirsan pirtûkên wî dikin. Dema em bi wan re sohbet dikin jî sedema xwendî wî jî 'Em wî û ramanên wî meraq dikin' vedibêjin. Ev gelek girîng e." Gulmez, bilêv kir ku ji bo Ocalan bê fêmkirin divê qedexeya li ser pirtûkên wî bên rakirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji kîjan siyasetê be bila bibe divê tu pirtûk heyên qedexekirin. Heke me behsa azadiyan bikin divê pirtûk serbest bibin."

DÎHA/ÎZMÎR