Di nava bi sedhezaran pirtûkî de pirtûkên herî zêde li Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Silêmanî de tên firotin û xelk li wan dipirse, pirtûkên Rêberê Gel Abdullah Ocalan in. Rojane ji her pirtûka Ocalan zêdeyî 50 nusxeyî tên firotin.

BERHEM LETÎF / ROJNEWS/SILÊMANÎ

Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Silêmanî ya Yekê ji 14’ê Mijdarê ve dest pê kiriye. Di pêşangehê de zêdeyî 180 navendên çap û weşanê yên ji 21 welatên cihanê, herêmê û Kurdistanê beşdar in.

Di pêşangehê de bi hezaran pirtûk û belgeyên lêkolînê tên nîşandan. Li gorî zanyariyên organîzatoran, rojane qederê 5 ta 8 hezar kesî diçin serdana pêşangehê.

Navenda Çap û Weşanê ya Nexş û Bindarok ji Rojavayê Kurdistanê bi 10 hezar pirtûkên bi zaravayê Kurmancî û zimanê Erebî beşdarî pêşengehê bûye. Di nava pirtûkên wan de pirtûkên Rêberê Gel Abdullah Ocalan, pirtûka yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Sakîne Cansiz û gelek pirtûkên li ser şoreşa Rojavayê Kurdistanê hene. Dahata wê jî wî ji bo wan koçberên ji Grê Spî û Serêkaniyê ye yên ku ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji cih û warên xwe bûn.

Dahat ji mexdûrên dagirkeriyê re

Berpirsê navenda Nexş û Bindarok Abdulla Şêxo diyar kir welatî dema dibihîsin em ji Rojavayê Kurdistanê beşdar bûne, eleqeyeke mezin didin nîşan û pirtûkên me digirin. Şêxo têkildarî eleqeya welatiyên Başûr ji pirtûkên navenda wan re ev tişt got, “Beşek ji pirtûkên ku me aniye vir, li çapxaneya ‘Şilêr’ a Rojavayê Kurdistanê hatine çapkirin. Ew dahata ku em ji van pirtûkan bigirin em ê ji bo koçberên Grê Spî û Serêkaniyê bibexşin. Me bûhayê pirtûkan diyar nekiriye. Weke hevkariyek ji bo koçberan her kî dikare çi bide, em ewqasî digirin.”

Şêxo li ser elaqeya xelkê got, “Welatiyên serdana pêşengehê dikin, gelekî li pirtûkên me dipirsin. Herçend pirtûkên me bi zaravayê Kurmanciyê (latînî) ne jî dîsa welatî ji ber Şoreşa Rojava baş elaqedar in. Welatî tên li gel me rûdinin û di warê alîkariyê de jî texsîr nakin.”

Rojane qederê 50 pirtûkî difiroşin

Di nava bihezaran pirtûkên li pêşangehê de herî zêde xelk li pirtûkên Rêberê Gel Abdullah Ocalan dipirse û wan dikire. Serperiştyarê Dezgeha Rewşenbîrî ya Cemal Îrfan ku beşek ji pirtûkên Ocalan di pêşangehê de dide nîşan jî piştrast dike ku pirtûkên herî zêde tên firotin yên Ocalan in.

Serperiştyara dezgeha pirtûkan a Dezgeha Rewşenbîrî ya Cemal Îrfan, Tanya Aware li ser kitêbn zêde tên firotin wiha peyivî: “Rojane pirtûkên ku rastî elaqeyeke zêde tên, tên nûkirin. Pirtûka Ocalan ya bi navê ‘Urfa sembola pîrozî û lanetê’, ‘Rêbertiya PKK’ê rêbertiya jina azad e’, ‘Nêrîneke şoreşgerane li pirsgirêka ol’, ‘Aboriya Civaka Demokratîk’ û çend pirtûkên din  rojane 20-30 pirtûk tînin vir û pir zû xilas dibin.

Pêşengeha Pirtûkan rojane saet 10.00’ê berê nîvro vedibe û heya saet 19.00’ê êvarê didome. Tevî ku em saetek piştî vebûna pêşengehê çûn jî di nava saetek de pirtûka Ocalan ya bi navê, ‘Rêbertiya PKK’ê rêbertiya jina azad e’ hemû hatibûn firotin. Her wiha pirtûka Ocalan ya Urfa jî ji 25 pirtûkan tênê 3 jê mabûn.”

Ji derveyî navenda Cemal Îrfan Pirtûkxaneya Bextiyarî û Amazon jî pirtûkên Ocalan li pêşqngehê de dide nîşan û ji her pirtûkeke Ocalan rojane qederê 50 pirtûkî difiroşin.

Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Silêmanî di 235’emîn salvegera avabûna bajarê Silêmanî de 14’ê Mijdarê vebû û wê heta 23’yê Mijdarê bidome. Her wiha UNESCO´yê bajarê Silêmanî weke bajarê ‘wêje û rewşenbîrî’ nasand. Vê jî hiştiye ku girîngiyeke mezin ji bo pêşengehê bê dayîn.

Rêveberê ragihandina pêşengeha navneteweyî ya pirtûkan a Silêmanî Merwan Hemexurşîd  diyar kir ku ji roja pêşengeh vebûyî ve rojane 6 ta 8 hezar kes diçin serdana wê û got, “Armanca me ew e ku em pirtûkan bi xwîneran bidin nasîn. Ev jî elaqeya gel a ji karên ronakbîrî re dide nîşan.”

Kurdî kêm e

Helbestvan Salih Pençarî li gel kêfxweşiya xwe ji vekirina pêşangehê, rexne kir ku pirtûkên Kurdî di pêşengehê de kêm in: “Em bi vekirina pêşangeheke wisa kêfxweş û serbilind in. Lê mixabin, pirtûkên olî ji pirtûkên wêjeyî, fikrî bêhtir in. Ya herî nexweş jî ew e bû ku pirtûkên Kurdî gelekî kêm in.”

Jina ciwan a ji bo bidestxistina pirtûkên derûnnasiyê Rênas Elî diyar kir bûhayê pirtûkên di pêşengehê de baş bûn û nirxê kitêba wê dixwest bikire jî kêm kirine ji bo karibe bikire. Wê wekî din got, pêşangeh herî zêde bi kêra xwendekar û ciwanên derfetên wan yên madî nîne pirtûkan bikirin, hatiye.

Ji derveyî nîşanda pirtûkan rojane, panel, semîner û çalakiyên hunerî jî tên lidarxistin. Wê girtina pêşengehê bi dayîna konserekî ji aliyê hunermend Diyar Qeredaxî ve bi dawî were.