Temellî: Ti kes di warê Yekîtiya Netweyî û civandina Kongreya Neteweyî de nerênî nafikire. Lê belê kesî ev mijar nekiriye xisûsa yekê ya ajandaya xwe. Li ser çawaniya çêkirina kongreyê perdeyeke bêbiryarî û zelûliyê heye.

BARIŞ BALSEÇER / STRASBOURG

Hevserokê Giştî yê HDP´ê Sezaî Temellî ji bo li saziyên Yekîtiya Ewrûpayê hevdîtinan bike, li bajarê Fransayê Strasbourgê bû. Me jê pirsa heyeta HDP´ê ya çûyî Başûr kir. Temellî li ser serdana xwe ya Başûr wekî din dibêje, ji berê de wî dixwest here Başûr û ji xwe piştî hilbijartina parlamena nû, û weke serokê herêmê hilbijartina Nêçîrvan Barzanî jî wî pîroz bike. Temellî minaqeşeyên li ser Kongreya Neteweyî girîng nirxandin û got, hêviyên gelê Kurd hene ji alî û partiyên Kurd. Wî ji bo vê hêviyê got, “Helbet divê em beramberî vê hêviya gelê Kurd hestiyar bin. Em tavilê zend û bendan li vî karî vemalin.”

Sezaî Temellî tifaqa xwe ya di hilbijartinên şaredariyan ên par de bi partiyên Kurdî yên li Bakur re jî bi bîr xist û got, “Rojeva sereke ya hevdîtinên heyeta me li Başûr jî bû ev.”

Li ser hewldanên Yekîtiya Neteweyî û civandina Kongreya Neteweyî, elaqedarê hevdîtinên HDP´ê li Başûrê Kurdistanê, Sezaî Temellî got, “Ti kes di warê Yekîtiya Netweyî û civandina Kongreya Neteweyî de nerênî nafikire. Lê belê ka gavên çawa bên avêtin, ka kongre wê çawa bê civandin, ka mirov çawa tavilê bikeve nava kar, ev mijar zelûl û nediyar in. Yanî, kesî ev mijar nekiriye xisûsa yekê ya ajandaya xwe. Li ser çawaniya çêkirina kongreyê perdeyeke bêbiryarî û zelûliyê heye.”

Iraq ambargoyê ferz dike Divê Başûr wê betal bike

Sezaî Temellî li ser pirsa elaqedarî ambargoya li dijî wargeha Mexmûrê jî got, “Li dijî ambargoya li ser Mexmûrê, nerazîbûneke mezin a xelkê Başûr heye. PDK dibêje, yên ku ambargoyê datînin ser wargehê, ne ew in, lê hikûmeta navendî ya Iraqê ye. Rast e, dibe ku fermî yê ku dor li wargehê girtî hikûmeta Iraqê be jî, ya ku dawiyê li vê dorgirtinê bîne desthilata Başûrê Kurdistanê ye.”

Kurdistan yek e

Sezaî Temellî wekî din ji bo dagirkeriya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê got, “Nerehetiyeke gelekî mezin heye. Divê li dijî vê hin tişt bên kirin. Ji HDP´ê jî hêviyên wan hene. Rojava hem ji bo me û hem jî ji bo Başûr babeteke gelekî girîng e. Ji ber wê jî, ji bo çareseriyeke topyekûn, me got girîng e em bi hev re têbikoşin. Yanî heger bi qeyûman şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê dagir dikin, divê li her derî em ji vê nerazî bibin. Divê li her derî em li ber ´Operasyona Pençe´ rabin.”

Me banga têkoşînê li Ewrûpayê jî kir

Ji bo hevdîtinên xwe yên li Parlamena Ewrûpayê (PE) jî Hevserok Giştî yê HDP´ê Sezaî Temellî got, “Ez dikarim bibêjim ku hevdîtin baş bûn. Em bi koma Dostaniya bi Kurdan re hatin cem hev. Li dijî bi qeyûman dagirkirina şaredariyan nerazîbûneke mezin heye. Di hevdîtinên xwe de me got, divê ev dagirkirina îradeya gel bi qeyûman ji raya giştî ya Ewrûpî re baş bê gotin. Partiyên siyasî yên Ewrûpî divê vê bikin. Me got, her ku Ewrûpa serê xwe li ber gefxwarinên Erdogan serî bitewîne, wê neçar bimîne her biçe zêdetir xwe dûr bike ji mafên mirovan ên gerdûnî, nirxên Ewrûpayê û dewleta hiqûqê. Me banga têkoşînê li wan jî kir.”