Reîsê Eşîra Herkî, Cewher Mûhyedîn bal kişand ser zext û zilma li endamên wan tê kirin û got, "Em ê ji niha û pê ve bêdeng nemînin." Mûhyedîn PDK hişyar kir.
Herkî yek ji wan eşîran e ku li Başûrê Kurdistanê û çar parçeyên Kurdistanê belav bûye. Herî zêde li herêmên Behdînan, Lolan û herêmên din ên Başûrê Kurdistanê ye.
Eşîra Herkî, di tevahiya dîrokê de yek ji wan eşîran e ku bi PDK'ê re her tim nakok bûye. Ji ber nakokiyan jî her tim zext lê hatiye kirin. Endam û ciwanên eşîrê ji bo reîsê eşîrê der barê zext û zilma dawî de agahdar bikin gelek name nivîsandin. Reîsê eşîrê Cewher Mûhyedîn jî bersiv da nameyên ciwanan. Di bersiva xwe de Mûhyedîn destnîşan kir ku wê li pêşberî zext û zilmê êdî bêdeng nemînin û ji endamên eşîrê xwest ku bibin yek û bi wî rengî tevbigerin.
Mûhyedîn bal kişand ser ked û têkoşîna endamên eşîra wî ji bo azadiya gel û welat, û got, "Ez ê rê nedim zext û zordariya niha li eşîra me tê kirin. Em kêm nînin, di nava welêt de keda me kêm nîne. Em ê bi îrade û hêza xwe her bi pêş ve biçin. Em ê rê nedin ku ji niha û pê ve jî ti hêz û kes zextê li me bikin."
Mûhyedîn destnîşan kir ku tevî desteserkirina zeviyên eşîra wan, gelek ciwan û mirovên eşîra wan ên mafên xwe diparastin hatine girtin û got, "Ji bîr kirine ku ciwanên me, mirovên me yên girtine, ew mirov in ku ji Şengalê heta Kerkûkê li dijî DAIŞ'ê şer kirin."
Banga Yekîtiyê
Mûhyedîn got, "Ji wan we ye, em ê teslîm bibin an jî dest ji maf û zeviyên xwe berdin. Ji niha û pê ve em ê li pêşberî ti zext, zilmê bêdeng nemînin. Em ê ji niha û pê ve vê sîstemê û vê zilmê qebûl nekin. Ez weke şexsekî, ez ê bidim pey vê. Heger ji niha û pê ve heqaret û zilm li ciwanekî bi tenê yê eşîra me bê kirin, em ê vê yekê weke heqareta li kurê Mihê Axa Cewher, li Herkiyan hemûyan hatiye kirin, bibînin. Dixwazim ku em bi hev re di nava yekîtiyê de tevbigerin."
ANF/SILÊMANÎ