Federasyona Civakên Kurdistaniyan li Elmanyayê KON-MED: Faşîzma AKP-MHP´ê bi zêhniyeta dagirker 3 şaredariyên bajarên mezin dagir kirin. Erkeke li pêş a her welatparêzî, gelên Tirkiyeyê û tevahiya hêzên demokrasiyê ye ku li dijî vê bêhiqûqî, dizî û faşîzma bi helwêsteke eşkere û dijminana dengê xwe derxe. Gelê me wê xwedî li îradeya xwe derkeve.
Konfederasyona Koçberên Bindest ên li Ewrûpayê (AvEG-Kon): Em kesên li dijî darbeyan faşîst li ber xwe didin, silav dikin û em didin zanîn ku em ê îradeya Hevşaredarê Amedê Selçuk Mizrakli ê ku teblîxata jiwezîfeyêgirtinê îmze nekir û got, "Li ser navê wê gelê ev îrade dayî min, ez îmzekirina vê weke bêrûmetî qebûl dikim" xurt û mezin bikin.
Federasyona Demokratîk a Komeleyên Mereşê (MARDEF): Ya ku dest danîn ser rûmet û siberoja me ye. Em ê vê êrişa bênamûs qebûl nekin û li her warî di têkoşînê de cihê xwe bigirin. Em ê têkoşîna bi rêxistin dewam bikin û bi ser kevin.
Konfederasyona Karkerên ji Tirkiyeyê ya Ewrûpa (ATÎK): Em êriş û wezîfedarkirina qeyûmên li şaredariyên bajarên mezin şermezar dikin, û didin zanîn ku piştgirê şaredaran in. em bang li hemû hêzên cihî û koçber ên demokratêk, karker û karmendan dikin ku li dijêî van êrişan bin.