Li Sultangaziya Stembolê ciwanên HDK û HDP’ê li taxa Gazî hatin cem hev û pankarta li ser nivîsandî ‘ji Berkîn heta Îbrahîman dewlet qetil e’ hat vekirin. ciwanan bê navber dirûşmeya ‘kujer AKP, polîsê kujer wê hesab bide´ gotin û ber bi Mala Cemê ya Gaziyê ve meşiyan. Li ber Mala Cemê daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin, zarok bi talîmata hikûmeta AKP’ê tên qetilkirin û piştî daxuyaniya çepemeniyê polêsan êrîşî ciwanan kir. Ciwanan jî bersiv da polîsan.

Li Okmeydaniya Stembolê jî ciwanan endamê YDG-H qetilkirina Aras rûreş kir û di navbera wan û polêsên dewleta Tirk de pevçûnê rûda. Di encamê de agir girte wesaîteke polêsan.
Li navçeya Amedê Bismilê jî BDP’ê çalakiyek li dar xist û ji avahiya BDP’a navçeyê heta bi parka Halîl Îbrahîm Oruç meşek pêk anîn. Rêxistina BDP’a Bismilê ragihand ku ew ê her duşem saet di 20’an de meşa meşaleyî li dar bixin. Hêzê ked û demokrasiyê jî li heman taxê li qada Îskeleyê meşek pêk anîn. Di meşê de zincîra insanan  hat çêkirin û meş pêk hat. Piştî meşê li ser navê girseyê  bi daxiyaniyekê bang li dewletê hat kirin ku ji polîtîkayên xwe yên îmha û înkarê berde.
Hêzên ked û demokrasiyê li  Îzmîrê, bi banga rêxistina HDP’a Îzmîrê li ber pastaxaneya Sevînç hatin cem hev. Hevserokê HDP’a îzmîrê Cavît Ugur daxuyaniyek da û got, doh Berkîn û îro jî Îbrahîm qetilkirin û da zanîn ku tu rewabûna AKP’ê nemaye.

EDENE