Îro li ber Parlamentoya Swêdê bi boneya şermezarkirin û protestokirina qetilkirina Berdevkê ‘Partiya Pêşerojê ya Kurd’ û Endamê Desteya Rêveber a ‘Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê’ – ku ji aliyê Rojavayiyan ve tê piştgirîkirin, Meşal Temo roja Îniyê di encama êrîşek çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê ‘Konseya Kurdên Sûriyeyê’ ve xwepêşandanekê hat lidarxistin. Di xwepêşandanê de nûnerên partiyên Kurd û Swêdî, di axaftinên xwe de tundûjiya rejîma Esed ya li ser girseyên bi daxwaza azadî û demokrasiyê dadikevin qadan û kuştina siyasetmedarê Kurd Meşal Temo protesto kirin.
Serokê Navenda Olof Palme Jens Orback got ku Meşal Temo ji ber têkoşerê azadî û demokrasiyê bû û mûxalîfekî Kurd bû hat kuştin. Li ser navê Partiya Karkeran a Sosyal Demokrat jî Evîn Çetîn axivî û got ku divê ji bo dijîderketina rejîma Esed bernameyek hevpar hebe. Çetîn derbirî ku xelkê Başurrojavayê Kurdistanê di nava hejarî û bin zextan de ye; 50 hezar zarokên Kurd ava pak bi dest nakeve ku vebixwin. Parlamenterê Partiya Hawîrdorparêz a Keskan Mats Pertoft xwest ku li hemberî rejîma Esed Parlamentoya Swêdê dev ji bêdengiyê berbide û helwêst bigire.
Digel Kurdan; Siryanî û Ereb jî beşdarî xwepêşandanê bûn û dirûşmeyên bi Kurdî, Siryanî û Erebî berz kirin.



ANF/STOCKHOLM