Meşa li Hambûrgê ya ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ve hat organızekirin, bi beşdariya nêzî hezar Kurdên Êzîdî, welatiyên Suryanî, oldar û mirovên ji baweriyên cuda, pêk hat.Di meşa ji ber stasyona navendî ya trenê destpê kir de wêneyên mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, hatin hilgirtin. Weke temsîla komkujiyê, li refên pêş ên meşê jinan kefenên bi xwîn li xwe kirin. Di dema çalakiyê de parlamentera Partiya Çep Cansû Ozdemîr û parlamenterê SPD’ê yê Hambûrgê Azîz Aygun axivîn. Aygun da xuyakirin ku ev komkujiya li hemberî civata Êzîdiyan li dijî tevahiya nirxên mirovahiyê hatiye kirin. Di meşa ku heta semta Dammtor dewam kir de ji bo mîtînga roja Çarşemê saet di 17:00 a li Altona û meşa roja Şemiyê ya li Kolnê banga beşdariyê hat kirin. Ji bo tevlîbûna meşa li Kolnê wê saet di 06:00 de ji ZOB’ê otobus bi rê bikevin.
Çalakiya li bajarê Nurnbergê jî li ber stasyona navendî ya trenê destpê kir. Mîtînga ji aliyê Mala Gel a Medya ya Nurnbergê û Navenda Civaka Demokratîk ve hat lidarxistin, bi beşdariya Elman, Kurdistanî, Tirkiyeyî û mirovên ji neteweyên cuda pêk hat.
Terora dewletê ya AKP li Kurdistanê dimeşîne, li bajarê Fransa Montpellîerê hat protestokirin. Kurdistaniyên li Montpellîerê dijîn, di salvegera komkujiya Şengalê de, operasyonên qirkirina siaysî û êrîşên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kirin.
Di daxuyaniya li ber Walîtiya Montpellîerê hat dayîn de hat ragihandin ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li Kurdistanê re dawî li pêvajoya agirbestê aniye.
Bi sedan kesên li Baselê daketin qadan, bi meşekê êrîşên hewayî yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û komkujiya li Zergelê şermezar kirin. Di meşê de bi yek dengî dirûşma „Kujer Erdogan“ hat qîrîn.
Bi sedan kesên bi pêşengiya Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd li Swîsreyê (DEM-KURD) daketin qadan, bi meş û mîtîngekê êrîşên hewayî yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û komkujiya li Zergelê şermezar kirin. Girseya gel li parka Dreirosen a Baselê civiya û ji vir ber bi Theater Platzê meşiya. Li dû meşê li Theater Platzê mîtîng hat lidarxistin.
Li bajarê Zurich li dijî siyasetên Tirkiyê yên li dijî gelê Kurd û êrîşên wan ên hewayî yên li dijî Herêmên Parastina Medya meşiyan, bi dehan welatiyên Siwîsrî jî tevlî meşê bûn. Meşvanên ku pankartên bi nivîsên li dijî siyasetên Erdogan vekiribûn, her wiha alên PKK, KCK, YPJ û YPG’ê vekiribûn bê navber diruşme berz dikirin, li kolanên bajar geriyan û meş rastî eleqeyeke mezin a welatiyên Siwîsrî hat.
NAVENDA NÛÇEYAN
‘Êrîşên li dij Kurdan rawestînin’
Partiya Komunîst a Fransayê (PCF), li hemberî êrîşên Serokkomarê Tirk Erdogan ên ji bo tinekirina gelê Kurd, bang li welatê xwe kir ku bi berpirsyarî rabe.
Sekreterê Giştî Yê PCF Pîerre Laûrent nameyek ji Serokkomar Françoîs Hollande re şand û ji bo Tirkiye dawî li êrîşên xwe yên li hemberî PKK’ê bîne û li maseya muzakereyê vegere xwest, zextê li Tirkiyeyê bike.
Laûrent destnîşan kir ku nêzîkatiya Tirkiyeyê ya PKK û çeteyên DAIŞ’ê ‘weke hev’ nîşan dide nayê qebûlkirin û bibîr xist ku êrîşa AKP’ê ya li hemberî DAIŞ‘ê di encama zextên DYA de pêk hatiye. Laûrent hişyarî da ku êrîşên hikûmeta AKP’ê li hemberî PKK’ê daye destpêkirin, Rojhilata Navîn ber bi ‘tevlîheviyeke jê derketin nîne’ ve dibe.
Pîerre Laûrent diyar kir ku êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî PKK’ê dawî li agirbestê aniye û got, „Ev tevger nayê qebûlkirin û divê bi zimanekî zelal bê şermezarkirin.“ Sekreterê Giştî yê PCF da xuyakirin ku ew bi xwe jî di Cotmeha par de çûye Pirsûsê û desteka dewleta Tirk a çek, cebilxane û milîtanan ji bo çeteyên DAIŞ’ê bibîr xist. Laûrent herî dawî ji welatê xwe xwest ku li nava Yekîtiya Ewropayê însiyatîfê nîşan bide û PKK ji nava lîsteya ‘rêxistinên terorê’ bê derxistin.
ANF/PARÎS