
ZURÎCH: Li bajarê Zurîch ê Swîsreyê, girtina parlamenterên HDP’ê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Bêrîtan ve hate şermezarkirin. Di çalakiya li Bahnhofstrasse de pankarta bi nivîsa “Dîktator Erdogan” hat hildan.
SOLOTHÛRN: Kurdistanî û dostên wan li Kreûzackerplatz a li bajarê Solothûrn ê Swîsreyê li hev civiyan û tevî rêxistinên çep, demokrat û anarşîstên Swîsreyî meşiyan. Çalakgeran bang kirin ku bi ruhê 7’ê Hezîranê li dijî polîtîkayên AKP’ê têbikoşin.
BERN: Kurdistanî û dostên wan ên li Weîsenhoûsplatzê li hev civiyan, zext û zordariya AKP û çeteyên qesrê şermezar kirin. Di çalakiyê de nûnerê DEM-KURD, PYD û parlamenterê berê yê HDP’ê Demîr Çelîk axivîn.
BASEL: Çalakî li Stasyona Navendî ya Baselê pêk hat û nûnerên Meclîsa Jinê ya Ronahî ya Baselê, MLKP, HDK, TEV-ÇAND û hêzên demokrat tevlî bûn.
ST. GALLEN: Li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê, li ser banga DEM-KURD’ê ji Parka St. Leonard meşekê dest pê kir. Înîsiyatîfek ji rêxistinên civakî yên sivîl ên Swîsreyî, ji bo hemû têkiliyên siyasî û aborî bi Tirkiyeyê re werin birîn, kampanya îmzeyan da destpêkirin.
EDÎNBÛRG: Girtina HDP’yiyan li paytexta Skoçya Edînbûrgê hat şermezarkirin. Girseya gel a li ber Parlamenta Skoçyayê li hev civiya, dirûşmên “Em ê rê nede faşîzma AKP’ê”, “Dîktator Erdogan”, “Em hemû HDP’yî ne”, “Kujer AKP” qîriya. Nûnerên saziyên Kurd û Skoçyayê li vir axivîn û xwestin parlamenterên girtî derhal bên berdan.
HAMBÛRG: Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê çalakiyek destekkirina HDP’ê hat lidarxistin û nivîskar Anja Flach û Parlamenterê Partiya Çep ê Hambûrgê Martîn Dolzer axivîn. Flach ji hikûmeta Elmanya xwest, têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re qut bike û hemû girtiyên ji ber doza PKK’ê li Elmanyayê tên darizandin serbest berde, qedexeya li ser PK’ê jî rake.
SAARBRUCKEN: Li pêşiya Parlamenta Eyaletê ya li Saarbruckenê jî çalakiya protestoyî hate lidarxistin. Di dema çalakiyê de bi Cîgirê Serokê Koma Partiya Çep Prof. Dr. Heînz Bîerbaû re hevdîtinek hat kirin û dosya radestî rayedarê parlamentê hat kirin.
BOCHÛM: Kurdistaniyên li bajarê Bochûm ê Elmanyayê dijîn, li dijî êrîşên qirkirina siyasî meşiyan û mîtîngek lidar xistin.
CELLE: Li bajarê Celle yê Elmanyayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd meşek lidar xist. Kurdistanî û dostên wan ên li Hannover, Peîne û Nîenbûrgê tevlî çalakiyê bûn.
BERLÎN: Kurdistanî û dostên wan li Potsdamer Platzê li hev civiyan û mîtîngek lidar xistin. Çalakgeran li vê derê mesaja “Em ê desthilatdarî û qesrên heramiyan hilweşînin. Têkçûna desthilatdariya we wê bi destê Kurdan be” dan.
KASSEL: Li Kasselê , stanta agahdarkirinê ya sê rojan, duh êvarê bi meşeke meşaleyî qediya.
THÛRÎNGEN: Kurdistaniyên li eyaleta Thurîngen a Elmanyayê dijîn, li dijî qirkirina siyasî daketin qadan. Stanta agahdarkirinê ya li ber avahiya parlamenta eyaletê ya li paytext Erfûrtê hat danîn, sê rojan dewam kir.
KÎEL: Li Kîelê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Bahnhofê stant vekir û bi sedan belavok belav kir.
BREMERHAVEN: Li bajarê Bremerhaven ê Elmanyayê, qirkirina siyasî hat şermezarkirin. NAV-DEM, Federasyona Elewiyan û Dîe Lînke piştgirî dan çalakiyê.
FLORANSA: Li bajarê Floransa yê Îtalyayê, Kurdan û welatiyên Îtalyayê çalakiyek bi hev re lidarxisitn û darbeya AKP/Qesrê şermezar kirin.
VIYANA: Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, çalakiyên “Dest nede vîna min” ji aliyê jinên demokrat ve dewr hat girtin.
EVRY: Li bajarê Evry ê Fransayê, endamên Meclîsa Ciwanan a Zinar Raperîn meşeke bi meşaleyan lidar xistin. Ciwanên Kurd ji pêşiya şaredariya Corbeîllesê heta garê rê li trafîkê girtin û li garê çalakiya rûniştinê pêk anîn
STOCKHOLM: Li ser banga ‘Platforma Demokrasiyê ya li dijî faşîzmê’ ku ji dehan rêxistinên civakî yên sivîl pêk tê, Kurd, Tirk, Asûrî-Suryanî, Elewî duh êvarê li meydana Sergel a Stockholmê li hev civiyan û bi meşaleyan xwepêşandanek pêk anîn.
GAVLE: Bi organîzeya Komuna Jinê ya Warşîn, Kurd û dostên xwe li meydana Sodermalmê li hev civiya bi meşaleyan ber bi medyana Stortorgetê meşiyan.
SODERHAMN: Li Soderhamnê girseya gel a li meydana Kentê li hev civiya, dîktatoriya Erdogan bi qîrîna dirûşman şermezar kir.
TORONTO: Li bajarê Toronto yê Kanadayê jî çalakî dewam dikin. Kurd û dostên wan li meydana qelebalix Dûndas Sqûare, operasyonên qirkirina siyasî şermezar kirin.
BARCELONA: Li bajarê Barcelona yê Katalonyayê, Kurdan û dostên wan çalakiya protestoyî lidar xistin. Girseya gel bi pêşengiya Platforma Azadî li ber Konsolosxaneya Tirk li hev civiya. Sendîkaya CGT jî destek da çalakiyê.
BUKREŞ: Kurdistaniyên li paytexta Romanya Bukreşê dijîn, bi çalakiyekê zextên li HDP’ê tên kirin, şermezar kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN