Nerazîbûnên li dijî binçavkirinên rojnamevan û çalakvanên li herêma Behdînanê zede dibin. 170 kesayetên ku di nav de rojnamevan, nivîskar, çalakvan, mamostayên zanîngehê, parlementer û parêzêr jî hebûn daxuyaniyek bi sernavê ‘Girtiyan azad bikin´ dan.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Li şûna ku hikûmeta Herêma Kurdistan û aliyên peywendîdar xwe berpirsyar bibînin û vê hêrsa gel wekî firsendekî li dijî dagirkeriya Tirkiyê bikarbînin, berovajî dest bi binçavkirina xelkê herêmê kirine.”
Ji bo parastina rûmetê rabûn
Di daxuyaniyê de li ser serîhildana gelê Şêledizê û helwesta li dijî dagirkeriyê jî işaret bi van mijara hat kirin:“Hêrsa xelkê Şêladizê li hemberî bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê bû, ji bo parastina canê xwe û malbata xwe bû, ji bo rawestandina bombebaranên Tirkiyê bû. Ji ber wê xelkê Şêladizê hêrsa xwe li hemberî wê baregehê derxist. Di vê pêngava binçavkirinan de jibilî binçavkirina gelek kesan ku xwepêşanderên Şêladiz û komelgeha Sirê ne, li Dihokê jî 32 rojnamevan û çalakvanên civaka sivîl hatin binçavkirin. Di nava vana de 9 rojnamevan, 12 çalakvanên sivîl û çend mamostayên zanîngehê jî hene û metirsî li ser jiyana wana heye.
Girtiyan azad bikin
Em daxwaza azadkirina hemû girtiyan dikîn. Lazim e bi tu awayî zext û êşkence li hesî neye kirin. Em hişyarî didin nabe ku di lêpirsîn û lêkolîna van kesan de Mîta Tirk beşdarbibe û em vê ya wekî karekî metirsîdar jî dibînin. Divê tu girtî radestî Tirkiye neyên kirin. Em bi tundî her cure kiryarek wiha red dikîn. Binçavkirina van xwepêşanderane wekî xiyaneta mezin a nîştimanî dizanîn. Selametiya can û jiyana binçavkiriya dixîn ser milê hikûmeta Herêma Kurdistanê.”
ROJNEWS/DIHOK