
Piştî serdana lîderê PDK’ê Mesûd Barzanî ya Enqerê komên çete yên mîna yên xwe wek “Pêşmergeyên Rojava” bi nav dikin, êrîşî hêzên parastina Êzîdxanê kiribûn û di van êrîşan de 7 egîdên gelê Kurd şehîd bûbûn. Li dijî van êrîş û provakasyonên PDK’ê li her cihê Kurd lê, nerazîbûn hatin nîşandan. Nexasim jî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê Kurdan bi çalakiyên girseyî ev êrîşên PDK’ê rûreş kirin.
Welatiyên navçeya Ranye, êrîşa li dijî bajarokê Xanasorê yê Şengalê şermezar kir û bang li hemû aliyan kir ku li dijî vî şerî bibin xwedî helwêst.
Li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê pêr êvarê bi pêşengiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê û Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) êrîşên çeteyên ser bi PDK’ê yên li dijî Şengalê hatin şermezarkirin.
41 kesayetên çalakvan û rewşenbîr ên herêma Behdînan jî ev nerazîbûna xwe ya li dij van êrîşan, îfade kir.
Di van çalakî û meşan de jî êrîşên PDK’ê nesekinîn û di encamê de Hevserokê Bereya Demoqrasiyê ya li Herêma Kurdistanê û parlementerê berê yê parlemane Iraqê Mihemed Kayanî û nûçegihanê RojNewsê Siware Mihemed jî di navê de gelek kes hatin girtin.
‘Ne xemsar bin’
Welatiyên navçeya Ranye ya ser bi Silêmaniyê, êrîşa li dij Êzîdxanê bi meşekê şermezar kir.
Welatiyê bi navê Silêman Wertî têkildarî êrîşa li dijî Şengalê got; “Mixabin piştî vê hemû xebat û têkoşîna gelê me îro komek ku navê pêşmerge li xwe kiriye, êrîşê ser şervanên YBŞ dike. Ev kom ji aliyê welatên dijminê Kurdan ve tên perwedekirin û çek û cebilxane jî ji wan distînin. Ez hêvîdar im ku aliyên siyasî û gelê Kurd vê qebûl nekin û li dijî vê bibin xwedî helwêst. Nabe li hemberî vê siyaseteke xemsar bê kirin û ev yek bê paşguhkirin.”
Her wiha welatiyê bi navê Asûs Osman jî êrîş rûreş kir û got: “Li hember rewşa îro ji bo me Kongreya Neteweyî bersiva hemû komployan e. Gelek kesayetî, rewşenbîr û aliyan bersiva banga KCK’ê ya pêkhatina Kongreya Neteweyî da, da ku bûyerên wiha çênebin.”
Ji bo vê Barzanî çû Enqere
Cihekî din ê çalakiyan Seyîdsadiq a Silêmaniyê bû. Pêr êvarê bi pêşengiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê û Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) êrîşên çeteyan ên li dijî Şengalê hatin şermezarkirin.
Di çalakiyê de li ser navê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê, Soran Hesen daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de êrîş hatin şermezarkirin û bang li hemû aliyên siyasî û partiyan hat kirin ku dijî van êrîşên li dijî Şengalê bibin xwedî helwêst û bêdeng nebin.
Piştre li ser navê Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK), Çinar Xerîb axivî û got: “Mixabin PDK’ê hemû sînor binpê kirine. Ji bo xaka Şengalê desteser bike û alîkariya dagirkeran bike. Ji bo vê yekê jî divê bê zanîn PDK bi çi armancê êrîş dike Şengalê. Çûna Barzanî ya li Tirkiyeyê ji bo vê yekê bû ku careke din Şengalê bike qurbaniyê malbata xwe. Ev yek wê ji aliyê ti Kurdekê ve neyê pejirandin.”
Ji 41 kesên naskirî nerazîbûn
41 kesayetên çalakvan, pêşmerge, rojnameger, mamosta, rewşenbîr, parêzer, nivîskar û herwekî din ên herêma Behdînan a Başûrê Kurdistanê peyameke nivîskî ya şermezarkirinê belav kirin.
Di peyamê de hat gotin; “Em weke komek ji rewşenbîr, mamosta, nivîskar û çalakvanên sivîl vê êrîşê weke pîlaneke qirêj a dewleta Tirk dizanin. Dewleta Tirk naxwaze gelê Şengalê bi xwe rêveberiya xwe bike. Her wiha naxwaze ev herêm careke din bê avakirin.”
Di dewama peyamê de bang li hemû aliyên siyasî hat kirin ku li dijî vê êrîşê helwêsta xwe diyar bikin û ev êrîşkar weke paşmayiyên ENKS’ê bi nav kirin.
‘Hesab ji xayînan wê bê xwestin‘
Şêniyên Kantona Efrînê li hemberî êrîşên li dijî Xanesora Şengalê nerazîbûn nîşan dan û gotin “Hesab ji xayînana wê bê xwestin.”
Welatiyê bi navê Mihemed Keleş ku tevlî meşê bûbû, bi bîr xist ku PDK‘ê Şengal firot DAIŞ‘ê û xwe jê vekişand û got: “Dema çeteyên DAIŞ‘ê êrîşî Şengalê kir, çekdarên PDK‘ê ji herêmê vekişiyan û gelê me yê Êzîdî bi komkujiyeke mezin re rû bi rû hiştin. YBŞ, Hêzên Pêşmerge, HPG‘ê zarê vî gelî ne. Em qebûl nakin ku xiyanet me ji hev qut bike.”Welatiya bi navê Behîce Nûman di axaftina xwe de ji Mesûd Barzanî xwest ku dev ji xiyaneta Kurdistanê berde û got: “Yên li Şengalê jî zarê me ne, wan Şengal ji hovîtiya DAIŞ´ê xelas kirin. Destê xwe nede destê kujerê Kurdan Erdogan, ji ber ku Erdogan dixwaze di nav de tu jî (Mesûd Berazanî) Kurdan tine bike.ʺ
PDK li di demoqrasiyê ye
Parlamenterê Tevgera Goran li Parlementoya Iraqê Hûşyar Ebdullah daxuyaniyek bi navê xwe belav kir tê de desteserkirina Berpirsê Desteya Serokatiya Eniya Demorkasiya gel şermezar kir û got: “Ev pêkanînên PDK’ê li dijî qanûnên Iraqê yên azadiya fikr e.”
Parlamenterê Goran Huşyar Ebdullah wiha dirêjî bi daxuyaniya xwe dide: “Divê demê de girtina siyasetvanê Kurd Dr. Mihemed Kiyanî û hêjmarek ji çalakvanên siyasî yên li Hewlêrê bi tundî şermezar dikim. Berpirsyartiya parastina jiyana wan kesan di stuyê hêzên ewlekariya PDK’ê de ye. Ji ber ku girtina wan di demeke wisan de xwepêşandan bi armanceke aştiyane hatiye pêkanîn. Lê belê ev kiryarên ku PDK li himberê siyasetvan û çalakvanên siyasî dide nîşandan ku hemû mafê wan binpêkirî ne. Ev pêkanîn berovajiyê destura qanûna Iraqê ya azadiya fikr a bi awayeke aştiyane ye.”
Parlamenter Hûşyar Ebdullah herê dawî got: “Daxwaz ji rêxistinên civaka medenî dikim ku sînorekî ji van pêkanînên PDK’ê re were danîn, pêşî li azadiya fikir digire û azadiyê sinordar dike. Daxwaza serbest berdana Dr. Mihemed Kiyanî û çalakvanên sîyasî dikim ku di xwepêşandana doh (pêr) ya Hewlêrê de hatibun desteserkirin.”
Êrîşên dewleta Tirk her didomin
YPG`ê diyar kir ku êrîş û binpêkirinên Artêşa Tirk û çeteyên di bin fermandariya wê de li dijî xaka Rojava didominin. Li aliyê din artêşa Tirk û çeteyên wê doh dîsa êrîşî Minbicê kir. YPG dide zanîn ku 4´ê Adarê jî Artêşa Tirk êriş biriye ser gundê Silulê yê li ser sînorê rojhilat ê Kobanê û hêzên wan jî bi awayekî bi bandor bersiv dan Artêşa Tirk. Li aliyê din doh li gundên rojavayê bajarê Minbicê careke din artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîş kirin, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiv da û li herêmê şerê dijwar heta saeta amadekirina nûçeyê rû dida.
NAVENDA NÛÇEYAN / SILÊMANÎ