Nerazîbûnên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike.Li Bajarê Elmanya Hambûrgê bi çalakiyekê tecrîda mûtlaq a li dijî Ocalan hat rûreşkirin.
Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinan a Rojbîn a li Hambûrgê ve hate organîzekirin û li ber Navenda Kar a Saturnê ya li Monckebergê pêk hat.
Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa “Bes e ji tecrîdkirina Ocalan re” hate vekirin û dirûşmên “Bila tecrîd tavilê bê rakirin”, “Azadî ji Ocalan re aştî ji Kurdistanê re”, “Leyla Guven rûmeta me ye”, “Bijî piştgiriya şoreşgerî” hatin qîrîn.
Jinên Kurd tecrîd protesto kirin
Li paytexta Fransa Parîsê jî, jinan bi xwepêşandanekê tecrîd protesto kirin.Kolektîfa Neteweyî ya Mafên Jinan ku gelek komeleyên femînîst, sendîka û partiyên siyasî yên çep ên li Fransayê jî piştgirî dan çalakiyê.
Di çalakiyê de, endama Koordînasyona Giştî ya France Însoûmîse û Berdevka Partiya Çep Danîelle Sîmonet, Senatora Partiya Komunîst Laûrence Cohen, nûnerên komeleyên jinan û Hevberdevka berê ya HDK-Ewropayê Asiye Esra Guden axivîn.Qisekeran diyar kirin ku tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û gotin, “Ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan divê CPT û Konseya Ewropayê bi berpirsyariya xwe rabin. Naxwe ji encameke neyînî wê her du sazî jî berpirsyar bin.”
NAVENDA NÛÇEYAN