Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû 23 roj ku di greva birçîbûnê de ye. Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê jî ji 27’ê Mijdarê ve dest bi greva birçîbûnê ya bê mohlet kir ku serê 10 rojan bi dorvegerî ye.

Li 6 bajarên Tirkiyeyê û Kurdistanê jî ji bo piştgiriyê wê greva birçîbûnê dest pê bike. Wekîlên HDP’yî jî di nav de wê gelek kes 2, 3 û 4’ê Kanûnê li Stenbol, Enqere û Mersînê, 7, 8 û 9’ê Kanûnê jî li Mûş, Şirnex û Mêrdînê ji bo 3 rojan bikevin greva birçîbûnê.

Ji bo piştgiriya bi Leyla Guven re, beriya niha li Edene, Riha, Wan, Amed û Colemêrgê grevên birçîbûnê pêk hatibûn û hatibû ragihandin ku heta tecrîd bi dawî bibe, çalakî wê bidomin.

Çalakiya Leyla Guvenê silav kirin

Bi heman armancê li Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê jî girtiyan greva birçîbûnê ya bêmohlet û serê 10 rojan bi dorveger da destpêkirin. Girtiyan bi rêya rêxistina HDP’a Meletiyê  daxuyaniyek da û diyar kir ku ji îro (doh) û pê ve ji bo ku girtiyên nexweş bên berdan û tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe, ew dest bi greva birçîbûnê ya bê mohlet dikin ku serê 10 rojan bi dorvegerî ye. Girtiyan greva birçîbûnê ya Leyla Guven jî silav kir.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN