
Heyeta Dadgeha Danimarkayê li ser zextên Tirkiyeyê der barê Roj TV de doza girtinê vekiribû. Dadgeha Kopenhag Şehîr, biryar girtina Roj TV red kir û got Roj TV nayê girtin.
Dadgeha Bajêr a Kopenhagê biryara doza girtina Roj Tv di 10’ê Çileyê Roja Rojnamevanên Cîhanê de aşkere kir. Dadgehê diyar kir ku daxwaza betalkirina lîsansa Roj Tv û desteserkirna 20 milyon euroluyê Roj TV’yê ne zagonî ye. Dê dozger biryarê bibe temyîzê.
Di 31’ê Tebaxê de Wezîrê Dadê yê Danîmarkayê Lars Berfoed, li ser daxwaza Serdozgerê Kopenhagê piştî lêpirsîna 5 salan biryara li dijî Roj TV’yê ji “zagona li dijî terorîzmê” doz vebe girt. Di heman rojê de dozger Soerensen biryara dastdayîna ser hesabên TV’yê yên di bankeyê de jî da. Lê li ser îtiraz Roj TV’yê di 19’ê Cotmeha 2010’an de di doza hate dîtin de Serokê Dadgehê Peter Mork Thomsen, destnîşan kir ku tu hincet nîn e ku dest bidin ser hesaban û ev biryar rakir. Li dadgehê, di dema dozê de derketibû holê ku tu spartekên hiqûqî yên destdayîna ser hesaban a dozgeriyê tuneye. Dozger serî li dadgeha bilnd dabû, lê daxwaza wî hatibû redkirin.
Dozger dixwaze bi hinceta ku “Roj TV propagandaya PKK’ê dike û ji aliyê rêxistinê ve tê fînansekirin” bê girtin û bibe malê dewletê hemû tiştên wê. Di doza ku ji 114 xalan hatiye vekirin de tê îdîakirin ku Roj TV bi awayekî roganîk bi rêxistinê ve girêdayî ye.
Parêzerê parastinê yê Roj TV, di doza Roj TV de dabû diyarkirin ku doz siyasî ye û bal kişandibû ser hevdîtinên zêde yên di navbera Danmark û Tirkiyeyê de. Di belgeyên Wezareta Karên Derve ya DYA’yê yên ji aliyê Wikileaksê ve hatibûn belavkirin de bazarên li ser Roj TV’yê hatine kirin radixist berçavan û derketibû ku li beramberî piştgiriya Tirkiyeyê ji bo hilbijartina Wezîrê Karên Derve yê Danmarkê Anders Fogh Rasmussen ji bo Sekreteriya Giştî ya NATO’yê re Danmarkê soza girtina Roj TV daye Tirkiyeyê.
Gerînendeyê berê yê Roj TV’yê Mamoucher Zanoozi yê ku di doza li Kopenhagê de li dijî Roj TV’yê îfade dabû û dengên bi nepenî tomar kiribû pêşkêşî dadgehê kir, piştî doza navborî tomara dengên wî yên peywendiyeke telefonî derket holê. Zanoozi di pêwendiya telefonî ya bi xebatkarê Roj TV’yê Amed Dîcle re, got Îran û Tirkiyeyê zext lê kirine.
Heyeta dadgehê pişt re biryar da ku dê Roj TV neyê girtin û daxwaza girtina Roj TV red kir.
KOPENGAHEN