Piştî ku li Kurdistanê gorên komî hatin kolandin û hestiyên bi sedan mirovan derket û bi vê yekê rastiya dewletê û komkujiya JÎTEM'ê jî ronî dibe. Ji salên 1990'î heta 2000'an 17 hezar û 500 mirov hatin revandin û windakirin. Ji kûjêrên bi hezaran Kurdan hîn jî hesab nehatiye pirsîn.
 Li navenda JÎTEM'ê ya Amedê hestiyê nêzî 40 mirovî, li Baxçeyê Fermandariya Tabûra Cendirmeyan a Bajaroka Pespîna Sîlopiyê hestiyê 3 mirovan û herî dawî jî li gundê Zivoga Hecîelî ya navçeya Bassa ya Şirnexê hastiyên 3 mirovan hatin dîtin. Bi vê bûyerê rastiya bûyera li gundê Hirareşê jî ronî bû. Hate diyarkirin ku di sala 1993'an de leşker û cerdevanan dema bi ser gundê Zivoga Hecîelî de girtin di heman rojê de bi ser gundê Hirareşê de jî girtine û 5 kes ji malê revandine. Leşkeran di serdegirtina malan de kesên bi navê Saît Şen, Beşir Baskak û Abdullah Guler û 2 kesên din binçavkiribûn û wenda kiribûn. Piştî 19 salan hestiyên wan di gora komî ya li gundê Hirareşê de hatibûn dîtin. Hestiyên wan di meha çileyê 2012'an de şandibun saziya tipa edlî ya Stenbolê. Piştî 9 mehan encama desta DNA'yê diyar bûn û 3 roj berê li Cizîrê bi girseyî hatin definkirin.

Bi hezaran gorên komî
Braziyê Saît Şen Hayrettin Şen, anî ziman ku bi hezaran mînakê weki vê gora komî hene û gelek jê êdî cihê gorên zarokên xwe nizanin û wiha got: "Dive ev gorên komî hemû yek bi yek bên ronîkirin û zelalkirin. Mirovakî dikujin û pişt re bi wî mirovî re bi dehan mirovên din bi saxî dikujin. Êdî mirovahî vê hovîtiyê qebûl nake. Divê hesabê vê hovîtiyê were pirsîn."

Hovîtiya bê sînor
Birayê Beşîr Baskak Abdulsamet Baskakê ku piştî 19 salan hestiyên birayê xwe dîtin, diyar kir ku wî ji cilên zavatiyê yên li ser bedenê parçebûyî birayê xwe nas kiriye. Baksak wiha axivî: "Dîrok 6 Hezîrana 1993'an bû. Ahmet Guler li nav baxçeyekê, Ahmet Çetîn jî li nava gund hatibû kuştin. Piştî ku Ahmet Çetîn hat kuştin bedenê wî şewitandin û bi keviran cenazê wî veşartin. Piştre gundiyan cenazên Çetîn û Guler li gundê Hirareş veşartin. Paşê leşkeran birayê min û hevalên wî Saîd Şen û Abdullah Guler xistin binçavan. Leşker her sê kesan dibe ji kendalan diavêje û bombeyan dibarîne ser wan. Di encama bombebaranê de birayê min Beşîr Baskak, Saîd Şen û Abdullah Guler jiyana xwe jidest dan. Li ser vê yekê gundiyên Zîvoga Hecîeliyê çûn cihê bûyerê. Bedenê birayê min û 2 hevalên wî parçe parçe bûbûn. Piştre bedenên parçebûyî bi cilên wan dixin poşetan û bi awayeke komî vedişêrin."
Baskak diyar kir ku ti sûcê van mirovan tune bû, leşkeran li gorî kêfa xwe ew mirov kuştin û got, "Birayê min hîn ew 6 meh bûn ji leşkeriyê hatibû û nû zewicî bû. Gelo ma kesek ew 6 meh bin leşkeriyê vegeriya be wê çi sûcî bike? Em dixwazin kesên ev komkujî pêk anîne bên girtin û cezakirin."

Divê şahîd eşkere bikin
Serokê Baroya Şirnexê Nuşerîvan Elçî jî xebatên kolanê nirxandin û diyar kir ku tevî ku cihê gelek gorên komî tên zanîn, encex piştî serlêdan û hewldanên wan bi derengî, piştî 6-7 mehan tên vekirin. Elçî got, "Ev yek pirsên weke; ´gelo cihê cenazeyan hat guhertin´ jî bi xwe re tîne. Lewma çawa serlêdana gora komî çêbû, divê yekser xebatên kolanê destpê bike. Em hêvî dikin ku kesên di salên 1990'an de bûne şahidên bûyerên bi vî rengî bên û van bûyeran vebêjin. Bûyer ancaq bi vî rengî ronî bibin."

JIHAT AKÇA / DÎHA/ŞIRNEX