Rayedarên Tirkiyê jî gotin “emê her cure tedbîr bigirin.” Balkêş e ku piştî daxuyaniyên Tirkiyê, çeteyên DAIŞ’ê ji herêmên Latkiye û Idlibê vekişiyan başûrê Kobanê. Ev bûyeran hemû nîşan didin ku li herêmê hesabên hinek hêzan hene. Di navbera komên çete û hêzên opozîsyonê Cebhet El-Ekrad û YGP’ê de şerên dijwar diqewimin.

Çima ev dem û Kobanê?

Piştî ku bajarê Ezazê yê di navbera herêmên xweser ên Efrînê û Kobanê û li ser sînorê Tirkiyê ji çeteyên DAIŞ’ê hate girtin û ket destê hêzên opozîsyonê û Cephet El-Ekrad, çeteyan vê carê bere xwe da herêma Kobanê. Bajarê Ezazê ji ber erdnîgariya xwe wekî cihekî stratejîk tê zanîn û hêzên vê derê dibin kontrola xwe de digirin, dikarin bandorê li ser herêmê çêbikin. Lewre tê gotin ku hêzên herêmê û navnetewî ku hesabên wan li ser herêmê hene, bi riya çeteyan rêyên nû xistin dewreyê. Ji ber vê çeteyên li vê herêmê sînorê Tirkiyê gelekî bi hêsanî bikar dianî, çekên giran û cebilxane di vir re derbasî herêmê dikirin.

Kobanê û Efrîn qût dikin

Piştî windakirina Ezazê, çeteyan bere xwe dan herêmên rojava û başûrê Herêma Kobanê û li derdora bajaroka Sirrîn û gundê Qereqozakê êrîşên xwe dijwar kirin. Hilbijartina van herêman jî gelekî girîng e. Nemaze ev herêm jî stratejîk in. Herdu herêm jî li ser Çemê Firatê ne û Herêma Kobanê û Efrînê her wiha Helebê ji hev qut dikin. Lewre bidestxistina van deran ji bo her hêzekê girîng e. Dîsa li rex Pira Qereqozokê Tirbeya Silêman Şah ku perçeyek axa Tirkiyê ye heye. Li vir gora bapîrê damezînerê Împaratoriya Osmaniyan Osman Gazî yê bi navê Silêman Şah heye. Qereqozak 35 kîlometreyan dûrî sînorê Tirkiyê ye, Sirrîn 45 kîlometreyan dikeve başûrê Kobanê.

Çete ketin Qereqozakê
Çeteyên DAIŞ’ê di 13’ê Adarê de ketin Qereqozakê û pira gund a li ser Çemê Firatê bidest xistin. Her wiha ketin Tirbeya Silêman Şah û li leşkerên Tirkiyê re bi hev re tevgeriyan. Piştî vê bûyerê Serfermandariya Artêşa Tirk liv û tevgera xwe zêde kir. Li gorî îdiayan Serfermandariya Tirkiyê fermana “lêdanê” da û hêzên xwe yên bejayî û hewayî xistine nava liv û tevgerê. Heman rojê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu ku li bajarê Wanê yê Bakûrê Kurdistanê bû, piştî hevdîtinan bi wezîrên karên derve yên Azerbaycan û Îranê re civîna çapemeniyê lidar xist û bersiva pirsên rojnamevanan a têkildarî mijarê da. Davutoglu got, “Li hemberî Tirbeya Silêman Şah, ji aliyê rejîmê, komên radîkal an jî ji dereke din êrîş pêk werin, wê bi heman rengî bersiv bê dayîn. Ji bo parastina axa welat Tirkiye bêyî ku bikeve nava gumanan, dê her cure tedbîran bigire.”

Tirkiye du alî dilîze

Piştî van bûyeran komên çete yên DAIŞ’ê di 14’ê Adarê de hêzên xwe ji Latkiye û Idlibê vekişandin. Li gorî çavkaniyên herêmê komên DAIŞ’ê di encama lihevhatinekê de vekişiyane Reqa û rojhilatê Helebê. Reqa dikeve başûrê Kobanê, rojhilatê Helebê jî herêmên ku niha şer lê dom dikin in. Li gor agahiyan çete bi 12 otobusan nêzî 700 endamên xwe veguhestine herêmên şer. Balkêş e ku di dema êrîş dom dikin de, rayedarên Tirkiyê ku li dijî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk derdikevin, şandeyek ji Hikûmeta Kobanê vexwend Tirkiyê. Ev bûyer hemû nîşan didin ku li ser herêmê hesabên gelek hêzan hene û rê li ber pirsa “Hesabên kê li Herêma Kobanê hene?” vedike. 


ANHA/AMÛDÊ