
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel, ragihand ku gerîlayên hatine qetilkirin di encama komplo û jehrkirinê de şehîd bûne.
Daxuyaniya ji aliyê Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel ve hatî dayî wiha ye:
“Di 4’ê Cotmehê de li navçeya Seydîkemerê ya Mûglayê esareta 4 hevalên me û di 5-6’ê Cotmehê de şehadeta 6 rêhevalên me yên li Koycegîzê ya Mûglayê di çapemeniyê de derketibû.
Ev bûyerên komên me yên ku li metropolên Tirkiyeyê hatine peywirdarkirin, ji ber îxanetê derketiye holê. Kesê bi navê Şoreş Haymana (Selçûk Yogûrtçû) bi hevkariya hêzên dewleta Tirk a mêtinger di encama îxanetê de du komên cihê xistiye xefkê.
Li navçeya Seydîkemerê Gabar (Ekrem Altay), Kamûran (Veysî Sengîl), Ferhat (Welat Aslan) û Firaz (Mehmet Can Yîgîrer) di encama randevûyeke ku ew ê nikaribin li ber xwe bidin ketine xefkê û hatine girtin. Di roja din de jî li Koycegîzê koma li jêr fermandariya Fermandar Xalit Balveren de ya ku ji 7 kesan pêk dihat jehr xistine xwarina wan. Li vê derê Xalit (Salih Sanri), Warger (Îlyas Demîr), Alîşêr (Rojhat Seçkîn), Adil (Mûhammed Nûrsîda) û Mahîr (Mûsa Arslan) piştî jehrîbûnê hatine şehîdkirin.
Jixwe têkildarî vê bûyerê malbat û parêzer ji rewşê ketine gumanan û diyar kirine ku ev înfazkirin e. Ev tespîteke rast e. Jehr xistine xwarina van hevalan û piştre jî hatine înfazkirin.
Heval Erdal (Enwer Kerîmî) jî ji vê bûyerê bi birîndarî rizgar bûye û di 6’ê Cotmehê de ji ber îxbarê ketiye operasyona dijmin û ji bo ku nekeve destên dijmin, bi fedayî li ber xwe daye û herî dawîn bombeya xwe bi xwe teqandiye û gihiştiye şehadetê.
Wê hesabê îxanetê bê pirsîn
Ji ber îxanetê ev bûyer pêk hatine û hevalên me ji ber vê îxanetê hatine girtin û şehadet wisa pêk hatine. Divê were zanîn ku dewleta Tirk bi van xefkan ew ê negihêje armanca xwe û ew ê tevgera Apoyî hesabê vê îxanetê bistîne.
Nasnameyên gerîlayên şehîd ketîne wîha ne:
Nasnav: Xalit Şîrnex
Nav û Paşnav: Salîh Sanri
Cîhê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayîkê-Bav: Fatma - Beşîr
Cîh û Dîroka Şehadetê: Mûgla/ 5’ê Cotmeha 2017
Nasnav: Adil Bawer
Nav û Paşnav: Muhammed Nûrsîda
Cîhê Jidayikbûnê: Heleb
Navê Dayîkê-Bav: Horîk - Fîkret
Cîh û Dîroka Şehadetê: Mûgla/ 5’ê Cotmeha 2017
Nasnav: Alîşer Mûnzûr
Nav û Paşnav: Rojhat Seçkîn
Cîhê Jidayikbûnê: Êlih
Navê Dayîkê-Bav: Salîha - Hasan
Cîh û Dîroka Şehadetê: Mûgla/5’ê Cotmeha 2017
Nasnav: Erdal Leylaxî
Nav û Paşnav: Enver Kerîmî
Cîhê Jidayikbûnê: Sine
Navê Dayîkê-Bav: Bese – Hacî Alî
Cîh û Dîroka Şehadetê: Mûgla/6’ê Cotmeha 2017
Nasnav: Mahîr Akdenîz
Nav û Paşnav: Mûsa Arslan
Cîhê Jidayikbûnê: Mêrsîn
Navê Dayîkê-Bav: Nûran - Nedîm
Cîh û Dîroka Şehadetê: Mûgla/ 5’ê Cotmeha 2017
Nasnav: Warger Şîndar
Nav û Paşnav: Îlyas Demîr
Cîhê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayîkê-Bav: Rukiye - Ekrem
Cîh û Dîroka Şehadetê: Mûgla/ 5’ê Cotmeha 2017