Hêzên Heşdî El-Şebî li başûrê Şengalê dest bi oprasyoneke berfireh kir ku di encamê de gelek herem, gund û bajarok ji DAIŞ´ê hatin rizgarkirin. Li ser vê yekê, PDK´ê nerazîbûna xwe diyar kir. Li ser zimanê hin "fermandarên" hêzên pêşmergeyan, PDK´ê diyar kir ku wê plana rizgarkirina herema başûrê Şingalê dikir, lê Heşdî El-Şebî bi tena serê xwe êrîş kir û ev herem rizgar kir!
Jixwe, PDK îca niha di çapemeniya xwe de kampanyayeke reşkirinê li dijî Heşdî El-Şebî dimeşîne. PDK dizane ku vê dema dawî bi sedan şervanên Êzîdî ji nava hêzên wê derketin û tevî nava Heşdî El-Şebî bûn. Heta niha liv û tevgera veqetandina ji PDK´ê heye. Ew hêzên Êzîdî yên ku PDK ew bi rêxistin kiribûn, tenê di bargehan de bûn û meaş werdigirtin. PDK´ê nedixwest ku Şingal bi rêya van hêzên Êzîdî were rizgarkirin. Wê tenê dixwest van şervanan bixapîne û bi rêya polan, wan bêdeng bike û rê li ber tevlîbûna wan a nava hêzên din ên mîna YBŞ û Heşdî El-Şebî bigire. Ji bo PDK´ê tenê girîng bû ku YBŞ tengav bibe û bi rêya çeteyên "pêşmergeyên Rojava" bête dorpêçkirin, da ku nikaribe tu hereman rizgar bike. Stratejiya PDK´ê jihevbelavkirina YBŞ´ê bû. Wê ji bo vê yekê gelek pol xerç kirin û bi rêya alavên ragihandinê kampanyayeke reşkirinê da meşandin. Di encama vê yekê de valahiyek derket ku Heşdî El-Şebî sûd jê wergirt. PDK´ê hemû bangên yekîtiyê yên ji aliyê YBŞ û HPG´ê ve, red kirin û pişta xwe bi baregehên eskerî yên dewleta Tirk xurt dikir. Îca niha Heşdî El-Şebî hate heremê û nema gefên PDK û piştxurtkirina bi dewleta Tirk fêdê dike.
Derbarê siyaseta PDK ya bitenêhîştina Şingalê de fermandarê YBŞ´ê, Dijwar Feqîr dibêje, "Ji bo rizgarkirina van gundan, planek hebû. Dema ku operasyona Mûsilê dest pê kir, me jî li başûrê Şengalê li gelemperiya çiyayê Kolikê dest bi operasyonan kir. Gava destpêkê ya qonaxa yekemîn a operasyona Mûsilê, ev operasyonên me bûn. Lê belê siyaseta şaş, liv û tevgera ji bo desthilatdariya xwe, nedîtina rondik û êşên gel li pêşiya rizgarkirina van gundan bû asteng. We jî şopandiye, me beriya niha bang kiribû ku em van gundan rizgar bikin û hêzên Kurd bi rengekî hevpar tevbigerin. Me got, di çarçoveya planekê de em gundên Şengalê rizgar bikin. Lê bersiv ji vê re nehat dayin. PDK tenê li desthilatdariya xwe fikirî û bersiv neda. Di vir de PDK'ê got, 'Bila bi derengî be, lê ya min be'. Bi vî rengî fikirî. Li civaka Êzîdî nefikirî. Digot, 'Bila gel bimire, li koçberiyê bijî, perîşan bibe, lê di bin desthilatdariya min de be'. Herêmên îro hatine rizgarkirin, eger li gorî plansaziya PDK'ê bûya, belkî heta 30 salên din jî nehatibûna rizgarkirin. Her tişt li gorî siyaseta partiyekê, malbatekê, eşîrekê nameşe. Va ye, Heşdî El-Şebî hat û ew gund kontrol kirin. Niha PDK di ser çapemeniyê re dibêje, 'em qebûl nakin'. Eger te qebûl nedikir, wê çaxê te yê rizgar bikira. Koalîsyona navneteweyî destek dida, em hêzên li vir, me destek dida. Niha radibin, dibêjin 'Heşdî El-Şebî çima hatiye vê derê?' Eger tu bisekinî, ew ê werin û derbas bibin."
Niha li Şingalê rewşeke nû derketiye holê. Hêzên Şîe yên Iraqê li wir bûne xwedî gotin û hizûr. PDK hîna siyaseta xwe ya berjewendîperest dimeşîne û bangên yekîtiyê li gel YBŞ´ê red dike. PDK weha bawer dike ku Heşdî El-Şebî heremên rizgarkiriye, terk bike û wan radestî hêzên wê bike! Ev yek qet pêk nayê. Niha di nava Heşdî El-Şebî de bi sedan şervanên Êzîdî çêbûne. Ew qebûl nakin ku PDK bêt û careke din li ser ked û xwîna wan desthilatdariyê bike. Jixwe, dema Heşdî El-Şebî li heremê be, PDK nikare êrîş bike, yan ji dewleta Tirk bixwaze ku ew bi belafirên şer êrîşan bibe ser van hêzan. Em hemû dizanin ku li pişta Heşdî El-Şebî Bexda û Tehran hene.
YBŞ niha dikare hevkariyê bi hêzên Heşdî El-Şebî re deyne û planek hevbeş ya rizgarkirin û rêveberiya Şingalê saz bike. Eger PDK bixwaze ew jî dikare tevlî nava vê planê bibe, lê divê ew dev ji siyaseta xwe ya dijminane li himberî Êzîdiyan berde û hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re bi dawî bîne. Eger PDK weha neke, ew ê winda bike. Jixwe, baweriya ciwanên Êzîdî bi PDK´ê nemaye û ew ref bi ref ji nava wê derdikevin. Şensekî dawî yê PDK´ê heye, ew jî hevkariya bi YBŞ û qebûlkirina xweseriya Şingalê û iradeya azad ya Êzîdiyan e. Wekî din, PDK dê winda bike û dê nikaribe li himberî Heşdî El-Şebî bisekine û hêzên wê ji heremê derxe.