Şêniyên Hesekê nerazîbûn nîşanî êrişa 18’ê Gulanê ya rejîma Baasê li hemberî hêzên Asayîşa Rojava dan. Hesekêyiyan da xuyakirin ku rejîm nikare xwe li jiyana hevpar a gelên Hesekê ragire, lewma ji bo xerakirina vê jiyanê êrişên provokatîf dike.
Jiyana bi hev re weke neteweyeke demokratîk
SAMÎR BRAHÎM: Ez bi xwe Suryanî me. Keldanî, Asûrî û em, hemû ji gelên Mezopotamyayê ne. Ez jî li vê derê cihê xwe di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de digirim. Êrîşên rejîmê em hedef girtin. Rejîm dixwaze bi van êrîşan gelên Hesekê li hemberî hev rake, wan bide şerkirin û jiyana hevpar xera bike. Di çarçoveya felsefeya Abdullah Ocalan de Kurd, Ereb, Suryan, Asûrî em hemû bi hev re bi rengekî wekhev dijîn. Şehîdên me bi can û fedekariya xwe ve armancên rejîmê pûç kirin. Em ê jî bi pêşengiya wan, weke neteweyeke demokratîk bijîn.
‘Em ê li ber xwe bidin’
HÎZAN HESEKÊ: Di dema ezmûna xwendekaran de hêzên rejîmê êrişî hêzên Asayîşa Rojava kir. Em vê qebûl nakin. Em li Hesekê, Kurd, Ereb, Suryanî hemû bi hev re dijîn. Avakirina federalîzmê jî gaveke girîng bû. Lê ew dixwazin federalîzmê hilweşînin. Em ê bi saya sîstema federal biratiya xwe xurtir bikin. Dixwazin vê xera bikin. Ji bo nakokiyê di navbera gelan de derxînin ev mehek didu ne, timî bûyeran derdixînin. Lê em ê destûrê nedin vê. Her gava li Rojava tê avêtin, gaveke pîroz e. Em ê her tim bi pêş de biçin û ti carî ji rêya xwe venegerin. Bila her kes bi vê zanibe; Hesekê bajarekî biratiyê ye. Çiqasî êrîşî me bikin jî em ê li ber xwe bidin.
‘Rejîm ji tifaqa me ne razî ye’
SÛAT HELLO: Kurd, Ereb, Ermenî, Suryanî, Asûrî ji berê ve bi hev re jiyane, dijîn. Hemû gelên li Sûriyeyê li Hesekê hene. Hesekê mînakeke biçûk a Sûriyeyê ye. Ji bo em jiyana xwe ya biratiyê li vî bajarî bidomînin, divê em hîn bêhtir bibin yek. Rejîm dixwaze vê yekîtiya me xera bike, lewma ji gelek aliyan ve li pey lîstikan e. Em di wê baweriyê de ne ku gel û saziyên li Hesekê wê nehêlin ev planên rejîmê bi ser bikevin.
‘Planên rejîmê wê bi ser nekevin’
NESRÎN AŞIK: Ez bi xwe jineke Ereb im. Bi Kurdekî zewicî me. Beşar Esad dixwaze nakokiyê bixe navbera Kurdan, Ereb û Suryaniyan. Bi afirandina nakokiya di navbera gelan de dixwaze çi bike? Înşaleh wê ev planên Beşar Esad bi ser nekevin. Rejîm rejîmeke faşîst e. Înşaleh em Kurd, Ereb û Suryanî bi hev re planên rejîmê pûç bikin û rejîm negihêje armancên xwe.”
HESEKE