Şêniyên bajarê Hesekê û gundewarên wê pêr cenazeyên 3`yê şervanên YPG`ê ku di Hemleya Xezeba Firatê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê oxir kirin.

Gel navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê cenazeyên her sê têkoşerên YPG`ê Îmad Ebdulfetah (Dilşêr Hesekê) ku di 15`ê gulanê de şehîd bibû, Xazî Ebdulwehab Mele Elî (Muhened Hesekê) û Elî Ehmed Îbrahîm (Welat Hesekê) yên ku di 11`ê gulanê de şehîd bibû, wergirtin û bi karwaneke tirimbêlan ber bi gundê Dawûdiyê yê bakurê bajarê Hesekê ve birin. Karwana şehîdan bi wêneyên her sê têkoşeran û al û sembolên Rojava hatibû xemilandin.

Bi sedan şêniyên Dawûdiyê û gundên derdorê pêşwaziya karwana şehîdan kirin. Gel cenazeyên her sê têkoşeran rakirin ser piyan û di nava dûrişmeyên dilsoziya bi cangoriyên azadiyê re ber bi goristanê ve meşiyan.

Em bi wan serbilindin

Merasîma oxirkirinê bi deqeyeke rêzgirtinê û merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên YPJ/YPG`ê ve hate destpêkirin. Di merasîmê de Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Mehmûd Mistefa axivî û sersaxî ji malbatên hersê şehîdan re xwest û domand:“ Şehîdên me ji bo gel jiyaneke azad û bi rûmet bijî, canê xwe feda kirin. Em bi şehîdên xwe serbilindin”.

Mistefa têkoşer Heqî Qerar bi bîr anî û diyar kir ku îro di Roja Şehîdan de ew 3`yê cangoriyên azadiyê oxir dikin û wiha dewam kir:”Roja Şehîdan roja berxwedanê ye, van şehîdan rêya şehîd Heqî Qerar şopandin û ji bo azadiya gel şehîd bûn”.

Ji Fermandarên YPG`ê Şiyar Delîl jî axivî û got:”Em îro şehîdên azadiyê, biratiya gelan û mirovahiyê oxir dikin.  Em wek YPG`ê soza şopandina rêya wan nû dikin”.

Li ser navê TEV-DEM`ê jî Şêxmûs Ehmed axivî û got:”Di rojeke wiha pîroz de Roja Şehîdan, em sê şervanên leheng ên li ser rêya rizgarkirina herêmê ji qirêjiya terorê jiyana xwe fedakirine, oxir dikin.”

Ehmed diya kir ku Şehîdên 18`ê Gulanê rêya azadiyê û aştiyê ji tevahî gelên herêmê re ronî kirin.

‘Kesê nekaribe derbasî warê me bibe’

Li Ser navê partiyên Kurd ên bajarê Hesekê jî endamê rêveber ê Partiya Çep Mehmûd Hac Xelef axivî û got: ”Hêzên desthildar ku dixwazin derbasî herêma me bibin û ewlekariya wê  xerab bikin, lê hêzên me li berxwe didin û nahêlin ku ti kes derbasî herêma me bibe”.

Piştî axaftin bi dawî bûn, belgenameya şehadetê ya her sê şehîdan ji aliyê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê ve hat xwendin û radestî malbatê wê hate kirin.

Şehîd Dilşêr Hesekê, Muhened Hesekê û Welat Hesekê di nava tilîliyên dayîkan û dûrişmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana Rojava , hatin definkirin. 


HESEKÊ