Koordînasyona Meclisên Rêveber ên Kantonên Kobanê, Cizîr û Efrînê der barê êrîşên ku li dijî welatiyên sivîl ên taxa Miftî ya bajarê Hesekê pêk hatin de, daxuyaniyeke weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dema gel cejna xwe ya herî pîroz, pîroz dikir çeteyan êrîşa hovane pêk anîne û ev tişt hatin gotin: “Çeteyên DAIŞ’ê li dijî welatiyên sivîl ku piraniya wan jin û zarok in, êrîşa hovane pêk anîn û kîna xwe ya li dijî nirxên mirovahiyê diyar kirin. Ev êrîş piştî têkçûna çeteyan a li eniyên şer ên Kobanê, Til Hemîs û Til Berakê, pêk hat. Di encama wê de jî bi dehan welatiyên sivîl ên ku cejina Newrozê pîroz dikirin şehîd ketin û bi sedan jî birîndar bûn.ˮ
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku Koordînasyona her sê kantonan van êrîşên hovane ên ku ji aliyê hêzên tarî ve li dijî welatiyên sivîl pêk hatin şermezar dike, qurbaniyên êrîşê wekî ‘Şehîdên Newroza 2015’an’ hatin binavkirin û li Kantona Cizîrê ji bo cangoriyan sê rojan şîn hatiye îlankirin. Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hatin ragihandin: “Em ji bo malbatên qurbaniyan sersaxî, ji birîndaran re şîfa dixwazin û soza şopandin rêya cangoriyan didin. Em bang li gelê xwe dikin ku tevli merasmên cangoriyan bibin û ligel malbatên wan bisekinin.”
Birindarên Hesekê êrîş vegot
Kesên li Hesekê di êrîşên bombeyî yên şevê din de birindar bûne, bûyer vegotin. Welatiyê bi navê Mehmûd Xidir ku niha li nexweşxaneya Qamişloyê tê dermankirin diyar kir ku êvarê wan Newroz pîroz dikir, saet derdora 18.00’an de ji nişka ve teqînek çêbû. Xidir got ku ew tirsiyan û revîn lê wan dît li pişt wan jî teqîna duyem çêbû û wiha pêde çû: “Min dît ku lingê min di nava xwînê de ye û tu tirimpêl li me ne disekiniyan, qasî 200 metre em reviyan. Piştre hevalên min hatin ez rakirim. Di dawiyê de erebeya YPG’ê hatin ez rakirim nexweşxana Hesekê. Ji ber ku li wir cih nemabû, YPG’ê ez rakirin nexweşxaneya Qamişloyê. Niha rewşa min başe. Yê ku ev êrîş pêkanîn dijminên Kurdan in, dixwazin di nava Kurdan de qetliaman çêbikin.” Jina ciwan Cemîle Birahîm jî wiha axivî: “Êvarê me amadekariyên xwe kirin ji bo ku Newrozê pîroz bikin. Piştî demekê dema me şahiya xwe bidawî kir û em ê biçûna malê me dît teqîn çêbû û em reviyan. Teqîna yekemîn li nav gel çêbû, teqîna duwem ber derê PDKS’ê çêkirin. Piştî ez birindar bûm, êdî tiştek nayê bîra min.”
ANHA/HESEKÊ