Doh ji bo definkirina şehîdên Hesekê bi tevlîbûna hezaran li goristanê merasîmek pêk hat.
Di merasîmê de Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê Hediya Yûsif axivî û got armanca êrîşkaran ew e ku xebatên federaliya demokratîk rawestînin û wiha axivî: “Gelê me bi îradeya xwe wê hemû pîlanan vala derbixe û wê xwedî li vîna xwe derkeve.”
Li ser navê Fermdariya YPG/YPJ‘ê Nûjîn Dêrik axivî û soz da ku hêzên wan wê tekoşîna xwe bidomînin û dê tola şehîdên komkujiya Hesekê û hemû şehîdên Rojava-Bakurê Sûriyê rakin.
Di merasîmê de, li ser navê Yekîtiya Oldarên Muslman a kantona Cizîrê Mele Mihemed Xerzî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xweset û şîfa lezgîn ji birîndaran re xwest. Xerzî di gotina xwe de got ku êrîşkar li dijî nirxên islamê tevdigerin.
Piştî axaftinan girseya gel cenazeyên 21 şehîdan bi diruşmeyên “Şehîd namirin” spartin axê.

Nasnamê şehîdan

Nasnameya şehîdên hatin definkirin ev in: Şervanê QSD‘ê Mesûd Fatimê û sê zarokên wê Nûrcan, Mihemed û Aya, Endamê Hêzên Asayîşê Egît Fatimê û Salih Îbrahîm, Gulyar Fatimê, Necah Hesen, Rosîm Fatimê, Ferhad Fatimê, Esed Fatimê, Aryan Fatimê, Leyan Fatimê, Zana Fatimê, Sîpan Fatimê, Rojîn Fatimê, Mihemed Zinar Fatimê, Ehmed Fatimê, Roj Fatimê, Rêzan Fatimê û Mustefa Fatimê. n ANHA/HESEKÊ