Xelkê Hesekê pêr 5 şervanên Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê bi merasîmekê oxir kir.
Şervanên QSD‘ê Merwan Ebdulrehman (Harûn), Îbrahîm El-Cewher (Xebat Hesekê), Ebdulletîf El-Nezal (Harûn Hesekê), Nesir Feyad (Egît) û Fadil Reşîd (Rizgar Hesekê) di şerê qonaxa dawîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bûbûn.
Di merasîmê de bi navê Desteya Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Welîda Botî, li ser navê hêzên eskerî ji fermandarên QSD‘ê Ciwan Hesekê û bi navê Meclisa Kantona Hesekê, Hevserokê ji rêveberên meclisê Abdulxenî Dawê axivîn.
Qisekeran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û berxwedana şervanan a li hemberî terorê silav kir. Wan her wiha soza şopandina xeta şehîdan da. Piştî axaftinan wesîqeyên şehadetê hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Şervanan darbestên hevalên xwe bi dirûşmeyan partin axê.
ANHA/HESEKÊ