Bendav û Santralên Hîdroelektrîkê (HES) dîroka, erd û xwezaya Kurdistanê talan dikin. Pê re jî ev HES dikin ku malbat jî mexdûr dibin û neçar bibin ji cih û warên xwe wekî salên 1990’î koç bikin. Didu ji van projeyên HES´ê jî li ser çemê Mûradê li Dûtaxa Agiriyêbi navê Yagmur û Bulut tên avakirin. Ji ber van HES’an erd û zeviyên gelek gundan di bin avê de dê bimînin. Ya herî girîng jî ew e ku erdên nêzîkê 10 gundên Dûtaxê (Benduriya, Esmer, Erebaliya Jêrê, Gomê, Xoxan û Koşka Jêrê) di bin avê de bimînin û gundê Batmîşê yê Dûtaxê jî ji ber ku li ber çemê Mûradê ye bi temamî dê di bin avê de bimîne.
Derbê li debara gundiyan dixin
Dewlet li ser şîrketên taşeron bi malbatên Batmîşê re dikeve têkiliyê û bi erzanî dixwaze wan ji malan derxe. Malbatên gundê Batmîşê li hemberî van HES’an nerazîbûnê nîşan didin. Ji ber ku yekane debara malbatan çemê Mûradê ye û cihên ku biçinê jî ninin. Zivistan û havînan xelkê gundên derdorê li çêm masiyan digirin û difiroşin, ligel vê gelek malbat jî havînê li ber çem xiyar, petêx, firingî û zebeşan diavêje ser erdê û li navendê difiroşin. Ji bo hin gundiyan yekane çavkaniya debarê jî ev çem e.
Ligel vê yeke çemê Mûradê nebê dê nikaribin dewar û pezên xwe jî xwedî bikin. Herçî gundiyên Batmîşê ne, ji ber ku gund wê di bin avê de bimîne, nizanin ka wê bi ku de biçin. Li gund 50 mal hene û 200 kes lê vedihewe.
‘Em ê çawa debara xwe bikin?’
Welatiyê bi navê Adem Kalbaşi ku ji gundê Batmîşê rûdinê, destnîşan kir ku bi van projeyan dixwazin wan ji erdnîgarî hem jî ji dîroka wan dûr bixin. Kalbaşi, nerazîbûn nîşanî çêkirina HES’an da û got: “ev der cih û warê me ye. Bi pereyekê biçûk dixwazin em cih û warên xwe biterikînin û koçî bajarên mezin bikin. Em ê biçin rojava ka çi karî bikin?” Kalbaşi, anî ziman ku ew naxwazin ji welatê xwe dûr bikevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “em dema biçin rojava an jî ji gundê xwe dûr bikevin em ê perîşan bibin. Li vir qet nebe kesên xizan jî dikarin debara xwe bike.”
Zarokê biçûk ê 13 salî Omer Kalbaşî jî got, ew her tim di bin germahiya havînê de li çemê Mûradê avjeniyê dikin û weha peyivî: “em naxwazin ku bendav li vir çêbe. Em li vir dikevin avê û li vir masiyan digirin. Dema em biçin bajarên mezin em ê çi bikin? Em ê li wir di nav jiyana koçberiyê de bifetisin.”
AGIRÎ