
Li navçeya dîrokî ya Heskîfê ya ku wê di bin ava Bendava Ilisû de bimîne, li herêma girik, kolana arkeolojîk pêk hat. Li cihe kolanê hestiyên 16 mirovan a ku dîroka wan heta bi 11 hezar 500 salan bi berê ve diçe ku aîdî xelkên serdema neolîtîkê ne, derketin holê.
Ji meha Tebaxê û vir ve Prof. Dr. Yutaka Miyake yê ji Zanîngeha Tsukuba ya Japonyayê kolanê bi rê ve dibe. Li gorî agahiyên Miyake dayî, hestiyên 16 mirovan ên aîdî serdema neolîtîkê ku li mekanê wan jiyanê bûne, hatine dîtin. Miyake diyar kir ku hestiyên hatine dîtin boyaxkirî bûne û cihê hestî lê hatine dîtin yek cihên herî kevnare ye û ji van hestiyan yek jî yê zarokeke biçûk bûye. Miyake destnîşan kir ku cihê lê kolan kirine yek ji cihên wê demê yê herî girîng bûye û cihê jiyana mirovan bûye. Miyake da zanîn ku wan gelek xanî jî tespît kirine.
Li aliyê din di rojên derbasbûyî de li Heskîfê cihokên avê yên dîrokî hatibûn dîtin. Li cihê ku cihokên avê lê hatin dîtin niha TOKÎ avahiyan çêdike, wan texrîb dike. Dîroka van cihokan 600 sal e.
ÊLIH