Hêzên rejîma Îranê ên weke pasdar tên nasîn, li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê nêzî bajarê Serdeştê yê ser bi parêzgeha Urmiyeyê, Rojhilatê Kurdistanê êrîşê kasibkarên Kurd kir û 27 hespên kasibkaran kuştin.
Beriya niha jî gelek hovîtiyên hêzên dagirkerên Kurdistanê yên Tirkiye û Îranê bi vî rengî hebûn. Heta eskerên Tirk piştî komkujiya Roboskiyê karîbûn hêstirên wan bi komî bikujin û nîşan bidin ku ew dijminê her tişat Kurdistanê ne. Ew qebûl nakin mirov bi heywanên xwe jî debara xwe bikin.
Di vê bûyera pêr de, li gorî nûçeya Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê eskerên Îranê yên li ser sînor, li bajarê Serdeştê êrîşê kasibkarên Kurd kir û gule li wan reşandin. Kasibkaran kariye karîne xwe ji cihê bûyerê rizgar bikin, lê 27 hespên wan ji aliyê eskerên rejîma Îranê ve hatin kuştin.
Li vir hîjayî gotinê ye ku dema hêzên rejîma Îranê êrîşê kasibkaran kirî, ti bar bi wan re nebû. û Bê sebeb û ji xafil de ev êrîş birine ser kasibkaran û hespên wan kuştin.
URMIYE