Dengbêj Fadilê Cizîrî ku ji ber nexweşiya xwe êdî nikare bistrê, diyar kir ku bi hesret e ku biçe zozanên Feraşînê û li wê derê ji xwe re bistrê û banga hestyariyê kir.

Dengbêj Fadilê Cizîrî ku 55 salî ye, ji ber nexweşiya parkînsonê nikare êdî bistrê û halê wî û tenduristiya wî ne baş bûye. Fadilê Cizirî ku kurê wî Cemal di qezaya trafîkê de, kurê wî Murat di berxwedana xwerêveberiyan de jiyana xwe ji dest da, niha di nava şertên giran de li Cizîrê li dijî nexweşiyê li ber xwe dide. Cizirî ku bi awaza strana “Heyran Jaro” ya li hemû zozan û çiyayê Botanê belav bûye, tê nasîn, êdî dengê xwe winda kiriye û nikare wekî berê bistrê. Cizîrî carinan bi kewên gozel ên kedî, carinan jî bi stranên ku ji mêvanan re dibêje sebra xwe tîne. Cizîrî dixwaze bê dermankirin û dîsa bigihîje dengê xwe yê berê û li zozanên Feraşînê bistrê.

Cizîrî diyar kir ku çanda dengbêjiyê barkêşiya çandê ya bê berdêl e û got, “Dengbêjî di heman demê de hiş, zanebûn, dîrok e û hafizayekê ava dike. Îro muzîka populer a Kurdan jî çavkanî û hebûna xwe ji dengbêjiyê digire. Gelek berhemên Tehsîn Taha û dengbêjên din îro wergerî Tirkî hatine kirin. Ez bang li hemû ciwanên Kurd dikim ku li muzîka Kurdî û dengbêjiyê xwedî derkevin. Dengbêjî di nava gel de bi pêş dikeve. Çand, êş û şahiyên gel tîne ziman û belav dike.” Cizîrî ji ber ku kes bi nexweşiya wî re elaqedar nabe jî gazin kirin û xwest li hemberî nexweşiya wî mirov hestyar bin. 


 DÎHABER / ŞIRNEX