CAFER CAFO/ELÎ KEDRO ANHA/EFRÎN Li cem Efrîniyên li Şehbayê fikra “Rojek em ê vegerin Efrînê” her xurt e. Hesreta vegera Efrînê kir ku navê kampa nû ya li Şehbayê jî deynin ‘Veger’ Piştî dagirkirina Efrînê ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve xelkê Efrînî berê xwe dan Şehbayê. Xelk li Şehbayê li dikan, dibistan, mizgeft û malên wêrankirî de bi cih bûn. Şaredariya Gel bi hevkariya Desteya Rêveberiya Herêmî kampek nû li gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê ava kir. Piştî bi dawîkirina xebatên xizmetê ji avakirina toreyên kanalîzasyonê û raxistina zemîna kampê, heta niha 40 kon hatine danîn. Li gorî gotinên Rêveberiya Kampê hêza kampê ji 150 heta 200 konan e.Şêniyên Efrînê di vegera Efrînê û qewirandina dagirkeran de bi israrin ji ber wê û li gorî daxwaza wan navê ‘Veger’ li kampê hate kirin.