Bi boneya 28’emîn salvegera koçkirina hunermendê Kurd Mihemed Şêxo yê ku di sala 1947’an de hatiye dinê û di sala 1989’an de koça dawî kiriye, li navenda Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo ku navê wî lê hatiye kirin, şahiyek hat lidarxistin.

Şahî bi stran û awazên Koma Rîhan û Koma Kulîlkên Girbawî yên zarokan dest pê kir. Zarokên bi hev re çend stranên Mihemed Şêxo yên ku tên naskirin xwendin.

‘Giyanê wî bi me re ye’

Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Xalid di şahiyê de axivî. Bêrîvan di destpêkê de hunermend Mihemed Şêxo bi bîr anî û got: “Rast e hunermendê mezin Mihemed Şêxo niha bi awayekî fîzîkî ne di nava me de ye, lê belê ew bi stran û awazên xwe di dil û bîra her kesî de ye. Mihemed Şêxo bi salan xizmeta çand û hunera Kurdî kir. Tevî hemû zextên desthilatdariya Baas jî wî bi îsrar têkoşîna xwe dewam kir. Bi ked û têkoşîna xwe dengê xwe û dengê Kurdan gihand her çar perçeyên Kurdistanê û tevahiya cîhanê.

Stran û awazên Kurdî yên resen ku Mihemed Şêxo xwendin wê tu carî neyên jibîrkirin, ji ber ku ew bi her nifşekî re nû û vejîn dibin. Ew ji me re mîrat in. Nifşek dewrî nifşekî din dike. Riya  ku Şêxo dest pê kir em ê dewam bikin û çand û hunera Kurdî pêş bixin.”

Paşê jî Endamê Rêveberiya Navenda Mihemed Şêxo Cemîl Meşkînî jî axivî. Meşkînî bi van gotinan behsa Şêxo kir: ” Bavê Felek kesayetek ji afirandina dîrokê bû. Ew evîndarê welatê xwe bû. Ji ber vê yekê jî her kesê ku stran û awazên wî bihîst bû evîndarê wî.”

Li Kurdan miqate bû

Birayê hunermend Mihemed Şêxo Hemîd Şêxo jî axivî û spasiya kesên ku di bîranînê de amade bûne kir û got: ” Hestreta birayê min her dem yekîtiya Kuradan bû. Ew her dem li Kurdan miqate bû. Ez bi hêvî me ku Kurd jî ewqasî li hev miqate bin.”

Paşê jî Posterekî Hunermend Mihemed Şêxo radestî malbata wî hat kirin. Poster ji aliyê birayê wî Hemîd Şêxo ve hat wergirtin.

Piştî axaftinan Komên (Botan, Koma Pale, Koma Nûpelda, Koma Şehîd Welat, Koma Sazkar, Koma Sakîne, her wiha hunermend Selah Osê, Seid Ferso, Beha Şêxo, Amir û Semîr Ebû Şeqra) derketin ser dikê û bi rengekî hevbeş stranên Mihemed Şêxo xwendin.

Koman û hunermendan bi xwendina stranên Şêxo coş xistin dilê beşdarên şahiyê û dengê wî yê resen anî bîra wan. Beşdaran jî bi çepikên xwe û xwendina stranan bi koman re kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Koma Çira ya Şano jî tabloyek li ser nakokiyên di navbera partiyan de ku çand û hunerê jî ji rastiya wê derdixin û dixin xizmeta berjewendiyên xwe, pêşkêş kirin.

Di dawiya şahiyê de Hunermend Seid Ferso derket ser dikê û çend stranên Şêxo xwendin. 



QAMIŞLO