Ez bi rengekî tenê kar nakim. Dema moralê min nabaş be, yan jî ez xemgîn bim, rengên germ yên weke sor, reş û porteqalî bi kar tînim. Lê dema moralê min xweş be ez rengê şîn tercîh dikim. Reng gelek tesîrê li ser berhemên min dike. Gelek caran reng psîkolojiya min diyar dike.

Aysel AVESTA

Nesrîn Îbrahîm Ehmo ji Rojavayê Kurdistanê ji Bajarê Hesekê ye. Wê li Sûriyê li zanîngehê bêşa mode dîzaynê xwend. Piştî ku wê xwendina xwe diqedîne jî di heman bêşê de dest bi kar dike. Gava ku şerê navxweyî destpê dike, ji Şamê diçe Libnanê. Li wir ji bo debara xwe dirûn kir û di heman demê de şêwekariya li ser tabloyan dewam kir.

Axirî, ew ji ber nebaşiya siheta xwe, neçar dibe, berê xwe bide Elmanyayê û niha li bajarê Hannoverê xwendina xwe ya pîşeyî dewam dike:  Ew li dibistana bilind, li ser bêşa resm, model, komedî, anîmasyon û kompûterê dixwîne. Tevî ku zimanê Elmanî jê re zehmetiyan çêke jî, ew bi biryar e ku di bêşa xwe de bi ser keve. Weke şêwekareke ciwan, ew ji me re behsa têkiliya xwe bi resmê re dike û em jî li vir cih didin gotinên wê û tabloyên wê.

Resm nasnameya min û gelê min e

‘’Ji destpêkê ve xêzkirina tablo û wêneyan gelekî bala min dikişand. Bi taybetî pîştî ez hatim Ewrûpayê min xwest ez çîrok, serpêhatî û çanda gelê xwe bi riya hunerê xwe pêşkêşî nifşê nû bikim. Lewma min xwest ez bi zimanekî pêkenokî bala zarokan bikşînim ser çand û jiyana gelê xwe.

Resim ji bo min her tişt e. Ew nasnameya min e, nasnameya gelê min e. Sermeselê, cihê ku ez lê dixebitim, hemû Elman in. Dema ez tobloyekê çêdikim, bi wê tabloyê ez çand û nansameya gelê xwe jî didim nasandin. Niha ez bi komediyê dixwazim hunerê xwe pêşkêş bikim. Halê hazir, li ser Kawayê Hemdem û wateya cejna Newrozê projeyekê amade dikim. Bi vê projeyê ez dixwazim çanda berxwedêr a gelê Kurd bidim nasandin.

Her reng bi maneyekê

Herçî karê min ê hunerî û têkiliya wî bi rengan re ye, ji karê min re gelek cûreyê rengan lazim dibin. Ji ber vê, ez di karê xwe de gelek rengên cuda bi kar tînim, lê rengê ez gelekî jê hez dikim rengê şîn e. Rengê şîn ji bo min tê wateya aramiyê. Helbet, her reng ji bo min xwedî wateyeke cuda ye. Ez bi rengekî tenê kar nakim. Dema moralê min nabaş be, yan jî ez xemgîn bim, rengên germ yên weke sor, reş û porteqalî bi kar tînim. Lê dema moralê min xweş be ez rengê şîn tercîh dikim. Reng gelek tesîrê li ser berhemên min dike. Gelek caran reng psîkolojiya min diyar dike.

Hisên xwe xêz dikim

Ez di nava hezar tabloyan de li tabloya ku ez xeyal dikim, digerim. Heta ez bigihîjim hedefa xwe, gerîna min a li wê her wê dewam bike. Di tabloyên min de hestên min li pêş in. Lê di asoya min de jina Kurd û Kurdistanê hene. Ji sedî not, mijarên tobloyên min jiyana jinên Kurd e. Min li bajarê Elmanya Bielefeldê li ser jinên Êzîdî yên DAIŞ´ê ew dîl girtî, pêşangeheke wêneyan vekir. Ve pêşangehê gelek bandor li min kir. Her wiha li bajarê Hannoverê jî min li ser berxwedana jinan ya 8´ê Adarê roja jinên kedkar a cîhanê pêşengegek vekir. Armanca min bi van pêşangehan ew bû ku ez karibim bi reng û firça xwe bibim parçeyek ji têkoşîna jinan.

Lêgerîna stîlê dewam dike

Di warê sitîla şêwekariyê de ez hîna li wê stîlê digerim ku wê li min bê. Min gelek şêwe çeribandin lê hîna min biryareke eseh nedaye. Ez dixwazim bi rêya tabloyekê, çîrok ango serpêhatiyekê xêz bikim û pêşkêş bikim.

Pêşangeh ji bo darîçavkirinê

Min gelek berhem tomarkirine. Ez difikirim ku devera herî zêde dikarim berhemên xwe bidim xuyakirin, pêşangeha wêneyan e. Min heta niha li gelek navendên Elmanya, Fransa, Lubnan û Sûrî pêşangeh vekirin.18´ê Mijdarê (Yekşema bihurî) li bajarê Bremenê festîvalekê dest pê kir, ez jî bi hunerê xwe beşdarî pêşangeha wêneyan ya li festîvalê dibim.

Axir, ez hewl didim bi hunerê xwe çand, dîrok û trajediya gelê xwe bînim ziman. Bi beşdariya pêşangehan armanca min ew e ku çanda gele xwe ya hezarên salan bidim nasandin û hinekî bibim dengê jinên Kurd.

Bi tabloyên xwe ez dikarim ya dilê xwe xêz bikim. Ez dikarim bi rengê xwe, bi firça xwe bibim dengê gelê xwe. Li gorî min divê şêwekar bi firça xwe, şanoger bi şanoya xwe û dengbêj bi dengê xwe bibin parçeyek ji têkoşîna azadîxwaz a gelê xwe.’’