Heta 19’ê Hezîranê sekin tine
Ji bo hilbijartinên 24´ê Hezîranê bereya demokrasiyê li Ewrûpayê xebatên xwe zêde kirin; 52 saziyan desteka xwe eşkere kir, li Fransayê 100 komîteyên hilbijartinan hatin damezrandin.
Li Kolnê 52 sazî, dezgeh û rêxistinên li Ewrûpayê, diyar kirin ku ew piştgiriyê didin HDP’ê û namzetê wê yê serokkomariyê. Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Fransayê (CDK-F) jî bi 100 komîteyan li gelemperiya Fransayê dest bi karê hilbijartinan kir. Her wiha Nûnerên AGÎF, SKB, NAV-DEM, ADHF û SYKP bi banga HDK-Ulmê li hev civiyan û Platforma Hilbijartinê ya Herêma Ulmê ava kirin.
52 saziyên li Ewrûpayê piştgiriyê didin HDP’ê
52 sazî, dezgeh û rêxistinên li Ewrûpayê bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew destekê didin Selahattîn Demîrtaş û HDP’ê. Li ser navê platformê Hevberdekê HDK’ê yê Ewrûpayê Demîr Çelîk daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em sazî, dezgeh û rêxistinên li vê derê, ji bo jiyana demokratîk, wekhev û azad pêk bînin, em hatine ba hev. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em gelên Kurd, Tirk, Laz, Ermen, Çerkez, Elewî, Êzîdî, Xiristiyan û Misilman diyar dikin ku em ê têbikoşin li dijî rejîmê me tine dihesibîne.”
Li Fransayê 100 komîte
CDK-F jî li Parîsê 8 komîteyên ji 55 kesan, li gelemperiya Fransayê jî nêzî 100 komîteyên ji sedan endamî ava kirin û bi vî rengî dest bi karê hilbijartinan kir. CDK-F wê heta 19’ê Hezîranê ku dawiya dengdayina li Fransa ye, bi berfirehî bixebite.
Li Ulmê Platforma Hilbijartinê
Li Ulmê jî nûnerên AGÎF, SKB, NAV-DEM, ADHF û SYKP bi banga HDK-Ulmê li hev civiyan û Platforma Hilbijartinê ya Herêma Ulmê ava kirin.
Platform ku giraniyê dide ser karê rêxistinbûnê, plansaziyeke berfireh a kar danî ber xwe.
Li Karlsruheyê civîna hilbijartinê
Li bajarekî din ê Elmanyayê, li Karlsruheyê, der barê hilbijartinên 24’ê Hezîranê de li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) civînek hate kirin. Parlamenterê Şirnexê yê HDP’ê Faysal Sariyildiz tevlî civînê bû û li ser hilbijartinê agahî dan. Sariyildiz diyar kir ku tirsa ketiye dilê Erdogan, kiriye ku ew ji cihanê qut bibe û got, Erdogan dixwaze bi rêbazeke faşîzan Tirkiyeyê bi rê ve bibe. NAVENDA NÛÇEYAN