Nobeda ‘Azadî ji Ocalan re” ku li ber avahiya Konseya Ewrûpayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê girtin, 6 sal li pey xwe hiştin. Nobedarên vê hefteyê rêveberên saziyên Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê (KCDK-E) ne. HDP’yî û parlamenterên ji Başûrê Kurdistanê jî destekê didin çalakiyê. Rêveberên saziyan, ku tevî endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji roja Yekşemê ve nobedê digirin, ji aliyekî ve agahiyan li derdorê belav dikin, li aliyê din jî semîneran li dar dixin.

Di vê çarçoveyê de pêr bi sedan belavok hatin belavkirin û li ser nêrîn, têkoşîn û dîlgirtina Ocalan agahî hatin dayin.

Bi fikrên Ocalan azadî

Tevlîbûnên nû û serdanên ji bo çalakgeran pêr jî domîn Nûnera jinên ciwan a tevlî çalakiyê bû, da xuyakirin ku bi saya nêrînên Ocalan îro di ser Rojava re li Rojhilata Navîn şoreşek pêk tê. Her wiha diyar kir ku bi hezaran kes dîl ketibûn destê çeteyên DAÎŞ’ê bi saya tevgera şoreşê ya bi pêşengiya nêrînên Ocalan hatin rizgarkirin û got:“ Civakeke ku jin lê ne azad be, nikare bi awayekî azad bijî. Heta Serok azad bibe em ê çalakiyên xwe bikin.”

 

ANF/STRASBOÛRG