Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nîlufer Koç diyar kir ku berxwedaniya gelê Bakurê Kurdistanê dihêle ku riya azadî û demokrasiyê her ronî bimîne. Koç bang li gelê Bakurê Kurdistanê kir ku heta azadiya xwe û avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji têkoşîna xwe gavan paşve neavêjin.

Koç derbarê mijarê de ji ANHA’yê re axivî û di destpêk de got ku şoreşa gelê Kurd di sedsala 21’emîn de avakirina Rojhilateke Navîn a demokratîk armanc dike û wiha axvî: “Hin welat hene vê demokrasiya em bi nav dikin red dikin, Tirkiye serkêşiya wan dike. Êrîşên xwekujiyê yên li ser bajarê Til Temir mînaka herî ber biçav e. Li aliyê din Dewleta Tirk bi awakî hovane êrîşî gelê Kurd ê Bakurê Kudistanê dike. Gelê me yê li navçeyên Bakur ên mîna Kerboran, Nisêbîn, Silopî û Cizîra Botan bi berxwedana xwe meşeleya ronîkirina riya azadî û demokrasiyê rakirine.”


‘Êrîşî sîstema xweser dikin’

Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç di dewama axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên dawiyê yên li Til Temir û got ku Dewleta Tirk li pey buyerê ye. Koç wiha pê de çû: “Dewleta Tirk naxwaze sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li herêmê belav û fireh bibe. Bajarê Til Temir bi zengînbûna pêkhateyên xwe tê nasîn. Ev dihêle ku bibe bingheke herî guncaw ji bo tovên şoreşa azadiyê ya Rojavayê Kurdistanê.

Koç mijar wiha derbirî: “Kongreya dawî ya ku li Dêrîkê lidar ket xwedî projeyên nû ji Sûriyeya demokratîk re bû. Piştî wê yekser li Riyadê civînek lidar ket û li wir biryarên ku nakevin xizmeta doza gelê Sûriyeyê hatin girtin. Komên çete ji bo dengê demokrasiyê ker bikin êrîşî bajarê Til Temir kirin û pêkhateyên wê yên Kurd, ereb û asûr armanc kirin.”

Koç, destnîşan kir ku di wan êrîşan de xwîna hemû pêkhateyên navborî tevlîhev bûye û ev weke nîşaneya ku gelên herêmê pevre dê pêşengên şoreşa Sûriyeyê ya nêz bin, bi nav kir.

Koç, dibêje destê Dewleta Tirk di êrîşên Til Temir de heye û wiha ev yek rave kir: “Dema ku tê gotin DAIŞ li pey êrîşên xwekujiyê ye, tê wateya ku destê Dewleta Tirk jî di buyerê de heye. Tirkiye çeteyan li hember gelê Kurd sor dike.”  


 ANHA/TIL TEMIR