Ji şervanên YPS’ê Şoreşger Dêrîk ku li taxa Dîcleyê ya Şirnexê barîkatan bi hêz dike diyar kir ku wan li dijî êrîşên dewletê xendekan kolandine û dest bi danîna barîkatan kirine.

 Dêrik got, “Em li taxa Dîcleyê di parastina cewherî de ne. Me li dijî êrîşên dijmin xendekan koland. Beriya xendekan êrîş hebûn. Piştî çêkirina barîkat û xendekan jî êrîş berdewam kir. Li ser gelê me çewisandinek mezin heye. Li dijî van êrîşan em bi xendek û barîkatan gelê xwe diparêzin.”


Dêrik anî ziman ku dewlet hemû saziyên bajêr veguherandiye qereqolan û wiha balê kişand ser dorpêça dewletê: “Derdora me bi qereqolan hatiye dorpêçkirin. 

Hemû saziyên dewletê veguheriye qereqolan. Bênavber êrîşê gelê me dikin. Me jî li dijî vê dagirkeriyê xendekan koland. Me xendekan ji bo jiyanê ava kir.”

Dêrîk da zanîn ku ew bi gelê xwe re dest dane hevdû û li dijî zilmê li ber xwe didin .



‘Em ê serî netewînin’

Endama YPS-Jin, Jiyan Amargî jî da xuyakirin ku têkoşîna ku ew didin meşandin her ku diçe mezintir dibe û wiha bi lêv kir: “Berxwedana me her tim hebû. Niha em zêdetir mezintir dikin. Em dibînin ku îro dijmin bi polîtîkayên cudatir bi ser me de tê. Bi teknolojî û şerekî derûnî yê cudatir bi ser me de tê. Lê em ê jî tu car li hemberî vê yekê serî netewînin.”



Amara da zanîn ku ew bi bedelên gelek giranbûha gelê xwe diparêzin û wiha dom kir: “Dema me nû dest pê kir, di nava gel de bi hin kesan re me hinek zehmetiyan jiyan kir. Lê piştî ku wan jî hovîtiya dewletê dît rewşê fêm kirin. Em bi bedelên gelek giranbuha gelê xwe diparêzin..”



Rêya ku diçe azadiyê


Amargî destnîşan kir ku pergal herî zêde jinan bê vîn dike û wiha pêda çû: “Êdî rola ku ji jinan re hatiye dayîn divê neyê qebulkirin. Li hemû taxên Şirnexê yên ku berxwedan heye YPS-Jin li wê hatiye ilankirin. Rêya herî bi rûmet li dijî dagirkeran têkoşîn e. Ev pergal herî zêde jinan bê vîn dihêle. Jin jî bi vê hişmendiyê tevdigerin û di refên têkoşînê de cihên xwe digirin. Divê êdî jin rol û jiyana ku ji bo wan tê dayîn qebûl nekin.”




‘Têkoşîn li dijî faşîzmê ye’

Şervanê YPS’ê Simko Kurtay jî got ew bi mehan in li pişt van barîkatan li dijî êrîşên hêzên dewletê têdikoşin û wiha got: “Bi salan in têkoşîna ku em didin ev 3 meh in li pişt barîkat û xendekan berdewam dike. Bi mehan in hêzên dewletê bi hemû hêza xwe ya teknolojiyê bi ser me de tê. Em bi vîna xwe têdikoşin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî faşîzmê berdewam bikin.”

 


 DÎHA/ŞIRNEX