Tevgera Çand û Hunerê ya Kurd (TEV-ÇAND) li dijî tecrîdê li pêşiya Parlementoya Ewrûpa ya li paytexta Belçîka Brûkselê çalakiyek li darxist.Çalakiya protestoyê ya bi pêşengtiya TEV-ÇAND’ê hate kirin, gelek Kurdistanî û dostên ji Elmanya, Belçîka, Fransa û Hollanda tevlî çalakiyê bûn.Çalakiya li qada parka Lûxembûrgê hate kirin pankartên ku wêneyên çalakvanên grevan û balê dikişîne ser tecrîda li ser Ocalan hatin vekirin.Her wiha pankartên ku nerzîbûnê nîşanî bêdengiya Yekîtiya Ewropa û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkence (CPT) ya li dijî tecrîd û grevên birçîbûnê hatin hildan. Çalakgeran daxwaza azadiya Ocalan û ji bo Kurdistanê çareseriyek siyasî kirin.
Dozeke pîroz e
Gelek hunermendên Kurd tevlî çalakiyê bûn. Li ser navê hunermendan Seyîdxan daxuyaniyek da. Seyîdxan çalakvan silav kirin û got, ”Doza çalakgerên grevên birçîbûnê dozeke pîroz e. Heta tecrîd bi dawî nebe, ev berxwedan naqede.”
Bi sirûda ‘Hernepêş’ dest pê kir
Ji hunermendan Xelîl Xemgîn, Seyîdxan, Denîz Deman, Diyar, Kawa, Cewad Merwanî, Şemdîn, Marûf, Sîpan Xelat û Amed konserek da. Konsera Hunermendan bi sirûda ‘Hernepêş’ destpê kir, paşê hunermandan yek bi yek hunerên xwe pêşkêş kirin. Çalakiya li pêşiya Konseya Ewrûpayê bi gotina dirûşman bi dawî bû.
ANF/BRUKSEL