Li Buenos Airesê bi çalakiyeke girseyî piştgiriya Berxwedana Rûmetê ya Rojava hat kirin. Çalakgeran tevî piştgiriya Rojava, miletê Şîlî yê ku ev serê çend rojan e ji bo mafên xwe raperiye jî silav kir.
Çalakiyên şermezarkirina êrişkariya qirker a dewleta tirk a li dijî Rojavayê Kurdistanê, li seranserê dinyayê tê şermezarkirin. Li bajarên Elmanyayê Osnabruck û Celle, li bajarê Fransayê Montpellier û li paytexta Arjantînê Buenos Airesê jî çalakiyên piştgiriya bi Berxwedana Rûmetê ya Rojava re dewam kirin.
Li Osnabruckê dagirkeriya dewleta Tirk bi çalakiyekê hate şermezarkirin. Kurdistaniyan û dostên wan ên Elman beşdarî çalakiyê bûn û dagirkeriya qirker a dewleta Tirk û hevkariya dewleta Elman a bi qirkirinê re rûreş kir.
Bi banke û şirketên sîlehan rûreş kirin
Inîsiyatîfa #Riseup4Rojava a bajarê Celle jî çalakiyên cihê reng dike. Bi çalakiyên xwe ew li dijî Rheinmetall a ku tankan ji bo Tirkiyeyê çêdike û li dijî bankeyên hevkariya şirketên sîlehan ên bi Tirkiyeyê re kar dikin jî raya giştî ya Elman agahdar dike. Di çalakiya xwe ya dawî de, wê bankeya Commerzbank a ku pereyan li şirketên sîlehan ên bi Tirkiyeyê û gelek dewletên din ên xwedî rêveberiyên faşîst re kar dike, ji bo çalakiyên xwe kir hedef. Çalakgerên #Riseup4Rojava vê carê li Celleyê Commerzbank rûreş kirin ji ber ku ew pereyan vediberhêne nav şirketên sîlehan ên ku li Tirkiyeyê û welatên din dîktatoriyan xurt dikin; yanî beşdarî komkujî û qirkirinan dibin. Wan belavokên bi sernivîsa “şer li vir dest pê dike” li xelkê û mişteriyên bankeyê jî belav kirin. Yek ji dovîzan logoya Commerbankê bû ku li ser şûna destên bixwîn hebû ji bo ku peyama hevkariya Commerzbankê bi Tirkiyeyê re ji ber şerê qirêj ê li Rojava bide.
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Fransayê Montpellierê li meydana Comedieyê civiyan. Wan bi pankartên hildayî berxwedana Rojava silav kir û dagirkeriya qirker a dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar kir. Bi pankartan wan peyamên “Artêşa Tirk tevî DAIŞ´ê miletên Rojava bi komî dikuje, erdoganê canî, komkujer û dîktator rawestînin” da. Çalakgeran banga piştgiriya berxwedanê jî kir.
Meydanên Arjantînê jî xwedî li Rojava derketin
Li paytexta Arjantînê Buenos Airesê ji bo Rojava çalakiyeke piştgiriyê pêk hat. Li Arjantînê Encuentro de Memoria Verdad y Justicia (EMVyJ - Kombûna Hiş, Heqîqet û Edaletê) ku ji gelek saziyên mafên mirovan, partiyên siyasî, sendîka û rêxistinên jinan pêk tê, ji bo Rojava çalakiyeke piştevaniyê kir. Tevî gelek însiyatîfên jinan her wiha sazî û hunermendên li derveyî EMVyJ´yê jî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya li mezintirîn meydana Buenos Airesê de, her wiha belavoka Kongreya Star a Rojava hate xwendin. Heman piştî çalakiya ji bo piştgiriya bi Rojava re ji bo piştevaniya gelê Şîlî meşek pêk hat.
NAVENDA NÛÇEYAN