Li bajarê Fransayê Marsîlyayê û li yê Elmanyayê Hanauyê êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin protestokirin.

Çalakgerên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên li Marsîlyayê ji bo protestokirina dewleta Tirk û çeteyên wan li Gara Trênê ya Saint Charlesê çalakiyeke îtaetnekirina sivîl li dar xist.

Li Hanau jî êrişên dewleta Tirk a dagirker a li dijî Rojava bi meşekê hate protestokirin. Kurdistaniyên li Frankfurt, Offenbach û Hanauyê tevlî meşê bûn. Piştî meşê mîtîngek hate lidarxistin.

 

  FRANKFURT/MARSÎLYA